Tuncer Bakirhan: Divê Komîsyon dev ji axaftinê berde û bixebite

24-08-2025
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan DEM Partî Pêvajoya Çareseriyê Wan
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku "pêvajoya aştiyê" hêdî lê di rêya xwe de bi pêş ve diçe.

Tuncer Bakirhan tekez kir ku divê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û êdî dev ji axaftinê berde û dest bi karên berbiçav bike û anî zimên ku ew bawer dike pêvajo dê bi ser bikeve.

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, beşdarî mîtînga partiya xwe ya bi navê "Aştî û Civaka Demokratîk" a li Wanê bû.

Bakirhan piştî mitîngê bersiv da pirsên nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci yên li ser rojevê.

Bakirhan nerîna gel a li ser pêvajoyê nirxand û diyar kir ku wan wekî partî zêdetirî 2 hezar civînên gel li dar xistiye.

Siyasetmedarê Kurd got, "Ji aliyê me ve ev pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi baweriyeke mezin û bi biryardarî dimeşe.

Bi sedan, bi hezaran kes beşdarî her civîna me bûn. Di rastiyê de, me di civînan de ji gelê xwe erêkirina pêvajoyê wergirt.

Aliyê me bi awayekî gelekî samîmî û bi bawerî hewl dide vê pêvajoyê bimeşîne."

"Karên berbiçav bikin"

Hevserokê DEM Partiyê bal kişand ser hevdîtinên Komîsyonê jî û got,"Komîsyon girîng e. Cara yekem e ku pirsa Kurd bi awayekî fermî tê nîqaşkirin.

Ev jî girîng e. Lê divê komîsyon êdî dev ji axaftin û nîqaşan berde, karên berbiçav bike û encaman bi dest bixe.

Komîsyon ji bo vê zincîra 100 sal in li lingê Tirkiyeyê hatiye girêdan bê vekirin, divê hinekî din berpirsiyariyê wergire."

Tuncer Bakirhan tekez kir ku pêvajoya çareseriyê hêdî dimeşe lê xirab nîne û got, "Em nikarin bibêjin pêvajo xirab diçe. Niha di rêya xwe de dimeşe.

Belkî hinekî hêdî dimeşe lê ez hêvîdar im ku dê bi pêş ve biçe. Hêviya me ew e ku ev pêvajo bi awayekî rast di rêya xwe de biçe û bigihîje serkeftinê."

"Sûriye meseleyeke din e"

Li ser pirsa ka gelo pêşhatên li Sûriyeyê bandorê li pêvajoya li Tirkiyeyê dikin an na, Bakirhan eşkere kir ku her du mijar xwedî dînamîkên cuda ne.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi Şamê re hevdîtinan dike û ew nikarin destwerdanê di pêvajoya wir de bikin û wiha domand:

"Eger pêvajoya li vir bi ser bikeve, Tirkiye dikare wê wekî modelekê pêşkêşî wir bike.

Ji ber vê yekê, ne karê me ye ku em li ser pêvajoya li wir tiştekî bêjin. Em tenê dikarin hêviyên xwe bînin zimên."

Hevserokê DEM Partiyê amaje bi nîqaşên li ser pêvajoyê jî kir û got:

“Min jî di mîtîngê de wekî gotina dawî got, 'teqez lê teqez ev pêvajo dê bi ser bikeve'.

Wekî DEM Partî em bi hemû lijne û nûnerên xwe ve ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve bawer bikin û 24 saetan dixebitin. Ez jî hêvî dikim û dixwazim ku bi ser bikeve.

Tenê bi vê yekê namînim. Ji bo serkeftinê jî, ez dixwazim bêjim ku em weke partî bi hemû hêza xwe li qadan karên xwe dimeşînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst