Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got,"Heger maseyek were danîn, lingekî wê jî Elewî û bindest in."
Tuncer Bakirhan li navçeya Hacibektaşê ya Nevşehîrê tevlî merasîmên bîranîna Hecî Bektaş Welî bû.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê piştî serdana Tirbeya Hacî Bektaş Welî û Cemxaneya Garip Dede di mîtînga li navçeyê axivî.
Wî diyar kir ku Elewî ji Kerbelayê heta îro "lokomotîfa aştiyê" ne û bal kişand ser êrişên li dijî Elewiyan ên li Sûriyeyê.
Tuncer Bakirhan got, "Yezîdên serdemê, bermahiyên DAIŞê, Elewî qetil kirin. Em dê rê nedin ku Kerbelayên nû bi serê Elewiyan de bên."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê tekez kir ku aştiyeke rasteqîn tenê bi rûbirûbûna bi paşerojê re pêkan e û got, "Divê hesabê komkujiyan were pirsîn."
Bakirhan li ser xebatên komîsyona pêvajoya çareseriyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê jî axivî û wiha got, "Heger maseyek hatibe danîn, lingê wê yê din Elewî û bindest in.
Em bi awayekî vekirî dibêjin ku em dê pêvajoyeke ku tenê ji bo Kurdan qebûl nekin.
Divê cemxane bibin xwedî statuyeke yasayî. Em dê welatekî ava bikin ku bi 72 milet dê de wekî hev bin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse