Dîlok: Hostayekî 84 salî, 64 sal in ji tenekeyan kelûpelên nû berhem tîne

14-12-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlok Teneke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dîlokê kalekî 84 salî, 64 sal in li dikana xwe ya metre çargoşeyek ji tenekeyên bikarhatî kelûpelên nû berhem tîne û wan difiroşe.

Mehmet Aydin Erkabalci ji parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Ew di dikana xwe ya biçûk de bê navber karê berdewam dike.

Hostayê tenekeyan Mehmet Aydin Erkabalci li ser karê xwe got:

“Ez van kovikan çêdikim. Ez di ciwaniya xwe de diçûm ser banan û min kulekên wan çêdikirin.

Binêrin ez qalibên wiha yên şîriniyê jî çêdikim û asta kalîteya wan yekem e.”

Esnaf, dikandar û malbatên derdora wî tenekeyên xwe yên bikarhatî naavêjin nav jîngehê.

Ji ber dizanin ew dê careke din bi destên vî hostayê kal bibin kelûpelên cuda û bikevin nav malên wan.

“Zêde kes nîne ku vî karî bike”

Dikandarekî bi navê Omer Kuşçu jî anî ziman:

“Tenekeyên vala tînin ber destê wî. Ew jî wan tenekeyên ku divê bên avêtin dubare bi kar tîne. Em ji van re dibêjin kovik bi wan van kovikan çêdike.

Zêde kes nîne ku vî karî bike. Li nav sûkê ew tenê vî karî dike. Eger kesek van kelûpelan bixwaze û li aliyê din ê Dîlokê jî be divê wî bibîne. Ji ber ku kesekî din nîne.”

Mehmet Aydin Erkabalci sala 1960ê dikana xwe vekiriye. Bi vî karê xwe hem sûdê digihîne jîngehê û hem jî debara malbata xwe dike.

Hosta dibêje berê pîşeya wî li navenda bajarê Dîlokê berbelav bû lê bi pêşketina teknoljiyê ber bi nemanê ve diçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst