Li Sarîqamîşê demsala kaşûnê dest pê dike

8 demjimêr berê
RÛDAW
Navenda Kaşûnê ya Sarîqamîşê / Wêne: AA
Navenda Kaşûnê ya Sarîqamîşê / Wêne: AA
Nîşan Navenda Kaşûnê ya Sarîqamîşê Qers Kaşûn Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Navenda Kaşûnê ya Sarîqamîşê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, amadehiyên vekirina demsala nû ya kaşûnê ber bi dawiyê ve diçin.

Navenda ku bi daristanên xwe yên darçamên zer, berfa krîstal û pîstên dirêj navdar e, piştî barîna berfê ya hefteya borî xemla xwe ya spî li xwe kir.

Stûriya berfê 30 santîmetre derbas kir

Li pîstên etaba duyem stûriya berfê ji 30 santîmetreyî zêdetir bûye.

Piştî barîna berfê rêjeya rezervasyonên li otelan zêde bû.

Serokê Komeleya Otelên Kaşûnê yên Sarîqamîşê Halit Taş diyar kir ku barîna berfê ew kêfxweş kirine û got:

"Wekî otelvan me hemû amadekariyên xwe temam kirin. Em hêvî dikin ku îsal bibe saleke bi bereket û bi qezenc."

"Li Qefqasyayê ya herî navdar e"

Birêvebirê oteleke 5 stêrk Kamuran Eroglu jî bal kişand ser kalîteya berfa Sarîqamîşê û wiha axivî:

"Bi taybetiya berfa krîstal Sarîqamîş ne bi tenê li Tirkiyeyê, li Qefqasyayê jî navenda kaşûnê ya herî navdar e.

Niha di rezervasyonan de em gihiştin ji sedî 90î û bi texmîna me heta çend rojan jî dê bi temamî tijî bibin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst