Hewlêr (Rûdaw)- Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sozdar Haciyê diyar kir ku divê entegrasyon ne helandin be, divê hevpariya demokratîk be.
Endama Fermandariya Giştî ya HSD û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Sozdarê Haciyê eşkere kir ku nasnameya wan a Kurdbûnê beriya nasnameya Sûriyeyîbûnê tê.
Sozdar li ser paşeroja HSDyê û Peymana 10ê Adarê ji ANFyê re axivî.
Endama Fermandariya Giştî ya HSDyê destnîşan kir ku Peymana 10ê Adarê ji bo hevpariyeke neteweyî ku xwe dispêre temsîliyeta wekhev firsendeke girîng e lê divê mejiyê redkar ê berê neyê dubarekirin.
"Şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 2011an ve dest pê kiriye"
Endama Fermandariya Giştî ya HSDyê bal kişand ser rûxandina rejîma Esed û got ku ev ji bo hemû gelan bûye sedema kêfxweşiyê.
Fermandara HSDyê teqez kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê pêvajoyê zûtir dest pê kiriye û got:
"Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilweşîna rejîma Beasê ji 2011an ve pêk hatibû.
Ji ber ku em êdî bûbûn xwedî rewşeke jiyanê yê azadtir, demokratîk û hîn zêdetir nûnertiya xwe dike.
Ango wekî gelê Kurd, gelê Ereb, Sûryan, Asûrî, Ermenî, Tirkmen û tevahî gelên ku li ser vê axê dijîn bûbûn xwedî nasnameyekê."
"Em naxwazin bikevin bin sîstemeke xirabtir"
Fermandar Sozdarê diyar kir ku ew pêkhatina desthilateke zilmker qebûl nekirn û got:
"Bi vê berxwedanê em nîşan didin ku em naxwazin ji sîstemeke serdest rizgar bibin û bikevin bin destê sîstemeke ji wê sîstemê xirabtir.
Em guhertineke wiha ya desthilatê qebûl nakin.”
"Entegrasyon û artêşa nû ya Sûriyeyê
Sozdarê li ser mijara "entegrasyonê" (tevlîbûna HSDyê li artêşa Sûriyeyê) helwesteke zelal nîşan da û got ku ew entegrasyona wekî "helandinê" qebûl nakin û got:
"Heger wê hemû pêkhateyan di nav xwe de bihelîne em vê yekê napejirînin û heger bi rengê şerîatê be û bi rengê yek alî be, em dîsa vê yekê napejirînin...
Heger bi awayê demokratîk be û wekî hêzeke ku ji tecrûbe û fedakariyên me jî sûd wergire be, ev yek li berçav bê girtin, em amade ne bi rengekî herî baş tevahiya axa Sûriyeyê biparêzin."
"Beriya ku em Sûriyeyî bin em Kurd in"
Sozdarê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya parastina nasnameya neteweyî û got:
"Beriya ku em Sûriyeyî bin em Kurd in, em nikarin neteweya xwe înkar bikin!
Ji bo em bibin Sûriyeyî, em ne neçar in bibin Ereb, an jî kesek ji bo bibe Sûriyeyî ne mecbûre baweriya xwe bike Sunî.
Dikare Elewî be, dikare Xiristiyan be, dikare Aşûrî be û dikare Ermenî be! Rêza me ji tevahî gelan re heye."
Peymana 10ê Adarê
Fermandarê HSDyê bibîr xist ku di 10ê Adarê de peymanek di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de hatiye îmzekirin û got ku divê bendên vê peymanê bi awayekî rast bên bicihanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse