Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, bi beşdariya jîngehparêz, werzişvan, hunermendan kampanyaya "Pêngava Zagrosaneyê" hat lidarxistin.
Beşdarên kampanyayê ji bo xweşikkirin û şînkirina xwezayê berê xwe da Çiyayê Kal û sînorê Dega Şêxan û li wan deveran dar û berû çandin.
Niştecihê Merîwanê Hêmin Nîkrewêş diyar kir ku ew bi dilxwazî beşdar bûye û got:
"Ez hatim û min deng da vê bangawaziyê, ji ber ku li welatê me wêrankarî zêde bûye û ez gelekî pê xemgîn im.
Ev jîngeh ne tenê ya me ye, ya paşerojê ye jî. Divê em bi kar bînin û ji bo nifşên xwe biparêzin."
Di Pêngava Zagrosaneyê ya îsal de, li ser banga "Rêxistina Çiyayê Kesk a Merîwanê", jin, zarok, ciwan û pîr bi dilxwazî beşdar bûn.
"Em dixwazin wêrankariyê qerebû bikin"
Welatiyê bi navê Şino Bekryan jî bi zaravayê Hewramî hestên xwe anîn zimên û got:
"Em hatin ji bo Zagrosaneyê. Daristan hemû ji holê hatine rakirin. Bi hevkariya xelkê, em berûyan diçînin. Înşalah em dê qerebû bikin."
Welatiyê bi navê Ferhad Mihemedî jî bal kişand ser girîngiya beşdariya malbatan û got:
"Em bi malbatî hatine û ez wekî erk dibînim, ji ber ku eger em rê li vê wêrankariyê negirin, piştî çend salên din em dê bibînin ku dar û devî nemane."
Salane bi sedan hektar daristan ji holê radibin
Salane li Rojhilatê Kurdistanê bi sedan hektar daristan û çêregeh bi sedemên cuda ji holê radibin an tên şewitandin.
Her ku diçe çalakiyên dilxwazî yên jîngehparêz û parêzvanên xwezayê li hemberî vê rewşê zêde dibin.
Endamekî Encûmena Kesk a Çiyayê diyar kir ku ew li ser rêbaza jîngehparêziyê berdewam in û wiha axivî:
"Em li gorî nerîta Encûmena Kesk a Çiyayê û ew rê û rêbaza jîngehparêziyê ya ku me daye ber xwe rabûne.
Em hatine vî cihî ku bi rastî dema mirov dibîne ev qas xweza ji holê hatiye rakirin mirov digirî.
Ez destxweşiyê li xelkê dikim ku beşdar bûn û karekî ciwan bi rê ve bir."
Çalakiya Zagrosaneyê ji sala 2018an ve li hemû herêmên Zagrosê dest pê kiriye.
Salane di van deman de li hemû parêzgehên nêzîkî Çiyayên Zagrosê dest bi çandina darên cuda tê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse