Aliyên Rojavayê Kurdistanê ji bo diyaloga bi Şamê re daxwaza garantiya navdewletî dikin

15-01-2020
RÛDAW
-
-
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Kurd Şam Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di dîbeyteke taybet de, Tora Medyayî ya Rûdawê hejmarek ji pirsên girêdayî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ligel 4 serkirdeyên siyasî yên ENKSê û Rêveberiya Xweser gotûbêj kir, yek ji mijarên gotûbêjan diyaloga ligel Hikûmeta Sûriyê bû.

Serkirdeyê Partiya Pêşverû diyar kir, ku heta niha ti danûstandinên fermî di navbera Kurdan û Hikûmeta Sûriyê de çê nebûne, lê hinek hewl hebûn û eger ew diyalog bi garantoriya Rûsyayê be dê baş be.

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Ehmed Berekat, tekezî li ser wê yekê jî kir ku ji aliyên Kurdî tê xwestin bi yek deng û helwest û yek bernameyê têkevin diyalogeke wiha ligel Hikûmetê.

Ehmed Berekat got: “Ti diyalogeke fermî di navbera tevgera siyasî ya Kurdî û Şamê de çi nebûye. Em bihêvî ne û em dixwazin ku ew diyalog û danûstandin çêbibe , û tevgera siyasî ya Kurdî bi giştî eger îmaka wê hebe, li ser kaxezeke hevbeş û bi nerîneke hevbeş herin bi rejîmê re danûstandinê bikin, ew jî bi çavdêrî û garantoriya Rûsya. Eger Rûs di navbera me û Şamê de navbeynkar bin, dê tiştekî baş be, bi baweriya me, em dê bikarin hin gavan bihavêjin. Bêyî vê yekê, em wiha dibînin ku em bi tena serê xwe û her partiyek bixwe biçe Şamê, em nikarin tiştekî bikin.”

Serkirdeyekî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye, PDK-Sê nîşan bi wê yekê da ku Hikûmeta Sûrî serederiyeke ewlkarî ligel doza Kurdî dike, behsa helwesta Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKSê jî kir, ku çareseriya pirsa kurdî û ya Sûriyê bi rêya Neteweyên Yekbûyî tê kirin.

Endamê Polîtbîroya PDK-Sê, Muhsin Tahir da xuyakirin: “Îro rejîma Sûriyê heta vê gave jî ne hazir e ku diyalogê bi Kurdan re bike. Heta niha jî vexwandinên rejîma Sûriyê (ji bo aliyên Kurd) di rêya dezgehên emnî re ye. Li gor proje û nerîna me, pirsgirêka Sûrî bi giştî û pirsgirêka Kurdî bi rêya biryarên navdewletî û hevdîtinên Cinêvê tê çareserkirin, nameze jî biryarên 2254 û 2118 ên Encûmena Asayişa Navdewletî.

Serkirdeyê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê jî nîşan bi wê yekê da ku projeyeke amadekirî li cem Rêveberiya Xweser heye, ku pêwîst e kar bi wê projeyê bihê kirin.

 

Endamê Meclisa PYDê, Ebdulkerîm Saroxan ragihand: “Ji bo yek proje ku danûstandin bi rejîmê re bihê kirin, jixwe projeyeke hazir ku ew 8 sal e em li ser kar dikin û bi taybet ji 2014an ve ku ew Rêveberiya Xweser hatiye damerandin, heye, û têde mafên gelê Kurd di serî de, û wek din mafên gelê Suryan, Ermen, Kildan, Aşûr û di heman demê de mafê gelê Ereb hatiye berçavgirtin. Herwiha bi giştî projeyek bi giştyî ji bo bakurê rojhilatê Sûriyê amade heye û ji bo wê yekê jî me tim û daîm, berê jî me gotiye û niha jî em dibêjin, ku hemû hêzên siyasî yên bakur û rojhilatê Sûriyê li ser vê projeyê kar bikin. Heta ew destpêşxeriya ku birêz Mazlûm Ebdî jî ragihandiye, di serî me amadebûna xwe ragihand.”

Serkirdeyê Partiya El-Wehdê diyaloga li jêr çavdêriya Rûsya bisûd û baş dibîne û behsa nexşerêyekê ji bo çareseriya Sûriyê û pirsa Kurdî dike û diyar dike ku sîstema Rêveberiya Xweser bimîne.

Endamê Polîtbîroya El-Wehde, Mistefa Meşayix got: “Em jî weke xwe em baş vê rejîmê nas dikin û em dizanin bi çi rengî ye, lê wextê dewletek wek Rûsya ku Sûriye teve ketiye di destê wê de, wextê ew bikare çavdêriyê bike û di bin serpireştiya wê de be, em jê re amade ne, ku danûstandinê bi rejîma Sûriyê re bikin, di bin çavdêriya dewletek wek Rûsya yan Amerîkayê.”

Bi dehên salan, heta niha pirsa Kurdî li Sûriyê bi fermî nehatiye çaresrkirin. Aliyên Tevgera Siyasî ya Kurdî jî, li ser ajandaya kar ne yek helwest in, lê belê nerîn û tevgerên wan ji hev cuda ne, êdî ev yek jî dibe sedemek ji bo alozbûna çareseriya doza Kurdî li wî welatî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst