Sînem Mihemed: Civîna Nûnerê Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî ji bo yekîtiyê girîng e

15-01-2025
RÛDAW
Nîşan Sîneme Mihemed Nûnera MSDyê ya Amerîkayê Mezlûm Ebdî Nûnerê Serok Barzanî Ebdulhemîd Derbendî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemedê ragihand ku civîna Nûnerên Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî ji bo yekîtiya Kurdan gaveke girîng e.

Nûnerê Serok Mesûd Barzanî Ebdulhemîd Derbendî çû Rojavayê Kurdistanê û bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya.

Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk a Amerîkayê Sînem Mihemedê li ser hesabê xwe yê Xê derbarê hevdîtina Ebdulhemîd Derbendî û Mezlûm Ebdî daxuyanî da.

Sînem Mihemedê diyar kir ku hevdîtina Mezlûm Ebdî ya bi Dr. Ebdulhemîd Derbendî re ji bo bihêzkirina yekîtiya Kurd û pêwendiyên dualî gaveke girîng e.

Sînem Mihemedê her wiha tekez kir ku ew hevdîtin ji bo piştevaniya diyalogê li gel Şamê û pêkanîna berjewendiyên gelê Sûriyeyê jî girîng e.

“Ev hevdîtin rijdbûna Serok Barzanî nîşan dide”

Nûnera MSDyê ya Amerîkayê wiha got:

"Ev hevdîtin rijdbûna Serok Barzanî ya li ser bihêzkirina aramî û hevkariya li herêmê û bicihkirina mafên gelê me nîşan dide."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Nêçîrvan Barzanî çû şîna Pêşmergeyan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Nêçîrvan Barzanî: Îran mikur hat ku şaşî hatiye kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku piştî êrişa bi mûşekan a Îranê ya li Îdareya Serbixwe ya Soranê wan pêwendî bi Îranê re daniye