Şivan Perwer: Kurd bi êriş û jehrê xelas nabin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nalîn Hesen û Şivan Perwer\ Wêne û Vîdeo
Nalîn Hesen û Şivan Perwer\ Wêne û Vîdeo
Nîşan Şivan Perwer Rojavayê Kurdistanê Taxa Şêx Meqsûdê Taxa Eşrefiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer li ser pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê ji Rûdawê re axivî.

Perwer bal kişand ser giringiya yekîtiya neteweyî, xetereya îxanetê û rola aqil di têkoşîna neteweyî de û da zanîn ku Kurd ne bi êrişan û ne jî bi jehrê xilas nabin.

Hunermendê Kurd Şivan Perwer, di hevpeyvîneke taybet de bersivên Nalîn Hesenê bersivandin.

Perwer, behsa êş û azara xelkê Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê û dîroka berxwedana Kurdan kir.

"Rojava çav û roniya me ye"

Şivan Perwer hezkirin û rêza xwe ya taybet ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê anî ziman û ew wekî "çav û roniya Kurdan" bi nav kirin.

Perwer diyar kir ku xelkê Rojava gelekî westiyaye û êşiyaye lê di heman demê de xwedî kultureke taybet, rewşenbîr û welatperwer in.

Hunermendê Kurd bang li hemû parçeyên din ên Kurdistanê kir û got, "Bila Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê yên din wan bi tenê nehêlin.

Ez 50 sal e diqîrim; em bibin xwediyê rastiya xwe. Welatek nayê kirîn û firotin."

Aştî bi rêzgirtinê çêdibe

Hunermendê Kurd derbarê pêvajoya aştiyê û helwesta li hemberî dewletê de got,"Peyama me her gav berçav e. Peyama me her gav berçav e. Gava rêza me negirin, zalim dibin û şerê me dikin.

Wê çaxê em neçar in bi rengekî xwe biparêzin lê eger bêjin werin em rûnin û çareser bikin, em amade ne ji bo gaveke însanî çi pêwîst be bikin."

Em dostî, aştî û birayetiyê dixwazin lê divê rêza me bigirin."

Perwer hişyarî da ku eger rêz li Kurdan neyê girtin, ew neçar in xwe biparêzin,"Gava rêza me negirin, zalim dibin û şerê me dikin.

Wê çaxê em neçar in bi rengekî xwe biparêzin lê eger bêjin werin em rûnin û çareser bikin, em amade ne ji bo gaveke însanî çi pêwîst be bikin.

Şivan Perwer her wiha diyar kir ku eger hewcedarî hebe û were xwestin, ew amade ye ji bo pêvajoya çareseriyê û aştiyê biçe Bakurê Kurdistanê.

"Îxanet li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bû"

Şivan Perwer behsa "îxaneta li Kurdan" kir û diyar kir ku mixabin Kurd gelek caran dikevin xafiliya îxaneta derdora xwe û got: "Îxanet li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê jî bû, bi Helebê jî bû.

Em ji wan Kurdan in ku dijmin ji me ditirsin. Car heye mirov dikev  lê mirov her gav ketî namîne. Mirov dizane rabe jî. Kesê hêviya xwe winda kir, ew têk çûye."

"Tiştê her tiştî çareser dike aqil e, ne tenê çek"

Şivan Perwer teqez kir ku têkoşîn tenê bi çekan nabe û divê Kurd giringiyê bidin dîplomasî, siyaset, huner û rewşenbîriyê.

Hunermend Perwer got,"Tiştê her tiştî çareser dike aqil û hişê mirov e. Aqil her çareyekê dibîne. Ji ber wê yekê mesele ne tenê çek û sîleh e.

 Welatê me yê delal parçe kirine û li ser rûniştine lê dikin nakin; ne bi asîmîlasyonê, ne bi zorbaziyê, ne bi êrişê û ne bi jehrdayînê, em xelas nabin. Em xelas nabin."

 "Dema welat çû ol û îman jî diçe"          

Perwer teqezî li ser yekîtiya Kurdan kir û got "Divê di rojên giran de mirov li ba miletê xwe bisekine. Kurdê Misilman be, Elewî be, Sunî be, Xirîstiyan be, Cihû be, Êzidî be jiyana wan ji hev nayê qetandin.

Qedera miletê Kurd bi hev ve ye. Dema ku welat ji dest mirovan çû, her tişt diçe, ol û îman jî diçe.

Ew vî tiştî nizanin. Xweda ji te hez dike dema te ji mirovên xwe, cîran û dost û hevalên xwe hez kir."

"Xilasî di yekbûnê de ye"

Şivan Perwer di mijara yekîtiya navxweyî ya Başûrê Kurdistanê de bi gazinc axivî û got: "Em dibêjin Başûrê Kurdistanê pêş dikeve û dilê me xweş dike lê çima Silêmanî û Hewlêr nabin yek?

Tirk dema dikevin şerekî ji hev re dibêjin binêrin em di yek keştiyê de ne û ew keştî binav dibe, werin û wê rizgar bikin. Keştiya me niha perçe bûye.

Hindik maye em hemû bifetisin çima em xwe nadin hev. Pêwîst e em xwe xilas bikin û ev xilasî jî di yekbûnê de ye.

Kek Mesûd mirovekî bi wîjdan e û gelekî bi merhemet û xwedî tecrube ye.

70 salên xwe dan vê xizmetê. Ji bav û kalan de ji miletê xwe hez dike. Ji Bakuriyan ji Başûriyan, ji Rojhilatî û Rojavayiyan jî hez dike. Kurdistan ji bo wan yek e."

Şivan Perwer tekez kir ku têkoşîn tenê bi çekan nabe û divê Kurd giringiyê bidin dîplomasî, siyaset, huner û rewşenbîriyê. Hunermend Perwer got, "Tiştê her tiştî çareser dike aqil û hişê mirov e. Aqil her çareyekê dibîne. Ji ber wê yekê mesele ne tenê çek û sîleh e."

Şivan Perwer di dawiya axaftina xwe de peyameke xurt a berxwedanê da û got:

"Welatê me yê delal parçe kirine û li ser rûniştine lê dikin nakin; ne bi asîmîlasyonê, ne bi zorbaziyê, ne bi êrişê û ne bi jehrdayînê, em xelas nabin. Em xelas nabin. Welatek nayê kirîn û firotin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst