Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Bajarê Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgiriya şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê meşeke girseyî li dar xist.
Meş bi dirûşma “Bi rihê berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, em dê azadiya gel ferz bikin” pêk hat.
Meşa ku ji Çerxerêya Hemameyê dest pê kir û heta Çerxerêya Şehîd Serhed a li taxa Miftiyê berdewam kir, bi beşdariya saziyên Rêveberiya Xweser ên sivîl û leşkerî û bi hezaran şêniyên bajarê Hisîçayê yên ji pêkhateyên cuda hat lidarxistin.
Şêwirmenda Meclisa Hisîçayê Kilara Reqa di çalakiyê de axivî û diyar kir ku “berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê di dîroka gelê Kurd de rûpeleke bi rûmet e.”
Kilara Reqayê bêdengiya cîhanê ya li hemberî şerê li wan taxan rexne kir û tekezî li ser berdewamiya têkoşîna gelê Kurd û bi taybetî jinên Kurd a di qadên azadî û fermandariyê de kir.
“Biryara şer ne hilbijartina gel bû”
Fermandarê Asayîşa Hisîçayê Ciwan Hisîça jî diyar kir ku biryara şer ne hilbijartina gel bû û destnîşan kir ku xelkê Şêx Meqsûdê biryara parastina xwe daye.
Ciwan Hisîçayê got, “Hêzên ewlehiyê alîgirên aştiyê bûn û dê bimînin û ew dê erkê xwe yê parastina gel bidomînin.”
Meş bi dirûşmên “Bijî berxwedana Şêx Meqsûdê” û “Em hemû Şêx Meqsûd û Eşrefiye ne” bi dawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse