LI RIHAYÊ LEHÎ: Bendav û pir hilweşiyan

15-02-2024
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Riha Lehî Pir Bendav Hilweşîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya Rihayê, îro piştî barana gur û lehiyê Bendava Bîtikê ku di qonaxa çêkirinê de ye hilweşiya.

Pira li ser rêya gundên Axşûn û Herbîlosê jî hilweşiya û rê hat girtin.

Li parêzgeha Rihayê ji doh ve baraneke zêde bariya, lehî rabû gelek pirsgirêkên hatûçûnê çêbûn.

Doh bi şev rêya Riha û Mêrdînê demekê hat girtin.

Li navçeya Siwêregê jî ji doh sibehê ve baraneke gur dibare û îro Bendava Bîtikê hişweşiya ku çêkirina wê berdewam dike.

Gundiyên li herêmê dîmenên bendavê û rêyên hilweşiyayî ji Rûdawê re şandin.

Herwiha pira li ser rêya gundên Axşûn û Herbîlosê ji ber barana zêde û lehiyê hilweşiya.

Di dîmenan de diyar dibe ku lehiyeke zêde rabûye, bendên bendavê hilweşiyane û rêyên li herêmê zerar dîtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst