Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Parastin û Rehabîlîtasyonê ya Heywanên Kovî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ji bo ku teyrên tawisê zêde bibin, xebatên xwe didomîne.
26ê Nîsanê li navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê di pîkapekê de tawis hatibûn dîtin û ew anîbûn navenda Wanê, ji bo wan tawisan xebat hatin destpêkirin.
Ji bo ku ji hêkên tawisan cûcik derkevin li navendê makîneya kurkê tê bikaranîn.
Rêvebirê Navenda Rehabîlîtasyonê ya Parastina Heywanên Kovî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Lokman Aslan ragihand ku ji bo ku heywanên kovî bên dermankirin û paşê wan berdin çolê dixebitin.
5 teyrên tawis hatibûn bidestxistin
Aslan bi bîr xist ku 3 tawisên nêr û 2 tawisên me li navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê hatibûn bidestxistin û ew anîbûn navendê û wiha dewam kir:
"Me ji bo tawisan jîngeheke nû ava kir. Ew dê demeke dirêj li vir bijîn.
Navenda me ya rehabîlîtasyonê ji bo wan guncaw e. Tawis dê navenda me bedew bikin.
Me hêkek danî hundirê makîneya kurkê. Ji vir pê ve ew dê di nav şert û mercên siruştî de zêde bibin.
Em dê hewl bidin ku li vir hejmara wan zêde bibe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse