Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi wesîleya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamên pîrozbahiyê belav kir.
Partiyên Bakurê Kurdistanê dibêjin divê zimanê Kurdî wekî zimanê fermî kirin.
Di daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya PSKyê de hat ragihandin ku 15ê Gulanê roja destpêka weşana Kovara Hawarê ye û di dîroka Kurdan de cîhekî taybet digire.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Kovara Hawarê 15ê meha Gulanê di sala 1932yan ji alîyê Celadet Alî Bedirxan li Sûriyeyê li bajarê Şamê hatibû weşandin. Zimanê Kurdî ji bingehên esasî yê nasname, çand û têkoşîna hebûna gelê Kurd e."
PSKyê destnîşan kir ku divê zimanê Kurdî wekî zimanê fermî were naskirin û got: "Divê Kurdî were naskirin û di saziyên dewletê de were bikaranîn.
Divê zaravayên zimanê Kurdî (Kurmancî, Soranî, Zazakî, Goranî û hwd.) bêne parastin û piştgirî kirin."
HAK-PARê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir, roja 15ê Gulanê, roja ku komek rewşenbîrên Kurd bi serokatiya Celadet Alî Bedirxan di sala 1932an de yekemîn hejmara kovara "Hawar"ê bi tîpên latînî derxistin, ji sala 2006an ve wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
HAK-PARê destnîşan kir ku zimanê Kurdî li hemberî her cure zext, qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê hebûna xwe parastiye û ew yek ji zimanên herî kevnar û dewlemend ê cîhanê ye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin: "Divê Kurdî li kêleka Tirkî bibe zimanê fermî. Divê Kurdî ji dibistana seretayî heta zanîngehê di her warî de bibe zimanê perwerdehiyê."
"Wekî gaveke pêşî ya xwedîderketina li zimanê Kurdî, em bi Kurdî biaxivin"
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk jî wiha got: "Hejmara yekem a Kovara HAWARê di 15ê Gulanê ya 1932an de ji aliyê Celadet Bedirxan û hevalên wî ve hat weşandin.
Kovara HAWAR bi sedemên ku ew kovara yekem a bi tîpên latînî ya bi Kurdî hatî weşandin e, xwedî girîngiyeke mezin e."
Ozçelîk amaje pê kir ku divê her Kurdê ku bi Kurdî nizane, Kurdî hîn bibe û divê her malbata Kurd berî her tiştî zarokên xwe hînî Kurdî bike.
Serokê Giştî yê PWKê bal kişand ser dersên hilbijartî yên Kurdî û wiha got: "Her sal em 200 hezar zarokên Kurd li dersên hilbijartî yên Kurdî qeyd bikin û em hewl bidin ku bi demê re vê hejmarê zêde bikin.
Ji bo 200 hezar zarokan dê hewceyî herî kêm 2000 mamosteyên Kurdî û bi milyonan pirtûkên perwerde û hîndekariya Kurdî hebe."
DEM Partî: Divê Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê jî bi wesîleya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek belav kir.
Hevberdevkên Komîsyonê Heval Dilbihar û Cemîle Turhalliyê di daxuyaniyê de diyar kir ku 15ê Gulana 1932yan rewşenbîrê Kurd Celadet Alî Bedirxan û hevalên xwe li Şamê Kovara Hawarê weşandine û ev roja dîrokî di sala 2006an de weke Cejna Zimanê Kurdî hatiye îlankirin.
Hevberdevkan daxuyand ku di sedsala 21emîn de ji ber polîtîkayên yekparêz û netew-dewletê, gelek welatên cîhanê veguherîne goristana zimanan û got: "Pergala netew-dewletê ya ku neyarê demokrasiyê ye, bi polîtîkayên qirkirina çand û zimanan jiyana yekzimanî li ser gelan ferz kiriye.
Bêguman Kurdan bi tu awayî destûr nedane ku ev polîtîkayên yekzimanî pêk bên û zimanê Kurdî ji holê bê rakirin.
Ziman nîşaneya nasname û statuya sîyasî ya gelan e.
Ji ber vê jî, pêwist e zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê.
Gelê me dê ji bo ku qedexeyên li ser zimanê Kurdî bidawî bikin û perwerdeya bi zimanê dayikê bi zagonan were mîsogerkirin têkoşîna xwe xurt bike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse