Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê di heyema Rêveberiya Xweser nifşek bi Kurdî mezin bû û zêdetirî milyonek zarokan bi Kurdî xwendiye.
Li Rojavayê Kurdistanê, malbateke Kurd bi cil û bergên neteweyî xwe ji bo pîrozkirina Roja Zimanê Dayîkê amade dike.
Dayîk laçika xwe girê dide. Ew Kurd e û mamosteya zimanê Kurdî ye. Wê her du zarokên xwe jî fêrî Kurdî kirine.
"Zimanê me hebûna me ye"
Mamosteya zimanê Kurdî Laleş Husên qala girîngiya vê rojê kir û got:
"Zimanê me hebûna me ye, nasnameya me ye. Îro roja rûmeta me ye. Ev 14 sal in ez mamosteya zimanê Kurdî me û min zarokên xwe jî fêr kirine."
Hevjînê wê jî hestên xwe anî ziman û got, "Bê ziman jiyan nabe!"
Li Qamişloyê Roja Cîhanî yê Zimanê Dayîkê hat pîrozkirin û ev deng û dîmen serkeftina zimanekî ye ku nîv sedsalê li ser axa xwe qedexe bû.
Nifşê nû bi Kurdî diaxive
Li Rojavayê Kurdistanê nifşek mezin dibe ku zimanê wan ê sereke Kurdî ye û Erebî ji bo wan bûye zimanekî biyanî.
Xwendekara pola şeşan Sêmîn Cîhad Mihemed jî yek ji wî nifşî ye û dibêje:
“Ez di pola şeşan de me û zimanê Kurdî dixwînim. Ez ji bo pîrozkirina vê rojê derketime derve, roja zimanê Kurdî, roja zimanê dayîkê. Em Kurd in û em dê bi Kurdî biaxivin.”
Konê Reş: Gaveke pîroz e, xwezî bikeve destûrê
Nivîskar û lêkolerê zimanê Kurdî Konê Reş jî yek ji wan kesan e ku bi dehan sal in ji bo zimanê Kurdî xebatê dike.
Ew di wê baweriyê de ye ku her dema Kurd bibin xwedî biryar, zimanê Kurdî jî şîn dibe.
Konê Reş li ser rewşa dawî wiha axivî:
“Derbarê Kurdên Rojavayê Kurdistanê de, piştî biryara hikûmeta Sûriyeyê ya li ser zimanê Kurdî, bi rastî ev gaveke pîroz e lê xwezî bikeve destûrê.”
Ev 14 sal in li dibistanên Rojavayê Kurdistanê zimanê perwerdeyê zimanê dayîkê ye.
Li gorî amarên fermî yên Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser, di vê heyamê de zêdetirî milyonek zarokî bi Kurdî xwendiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse