Hewlêr (Rûdaw) - Gulderen Varliyê ji bo lêkolîna astengî û siyasetên li dijî zimanê Kurdî, li Parlamentoya Tirkiyeyê daxwaza avakirina komîsyoneke lêkolînê kir.
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varliyê destnîşan kir ku divê perwerdeya bi zimanê dayîkê û bikaranîna Kurdî ya di qada giştî de bibe xwedî garantiya yasayî.
Gulderen Varliyê, ji bo 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî derbarê zimanê Kurdî pêşniyareke lêkolînê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê kir.
Varliyê di pêşniyara xwe de bal kişand ser wê yekê ku ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye her wiha bingeha nasnameya çandî û hebûna civakî ye.
Varliyê her wiha diyar kir ku Kurdî bi salan e rûbirûyî siyasetên cihêkar dibe û divê ev rewş were guhertin.
"Zaravayên Kurmancî û Zazakî di bin metirsiyê de ne"
Gulderen Varliyê di hinceta pêşniyarê de da zanîn ku kovara Hawarê sala 1932yan zimanê Kurdî gihand asteke modern a nivîskî lê tevî derbasbûna bi dehan salan jî mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê ya ji bo Kurdên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nehatiye mîsogerkirin.
Varliyê bal kişand ser raporên UNESCOyê yên derbarê zimanê Kurdî û destnîşan kir ku zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) di lîsteya zimanên di bin metirsiyê de ne.
Parlamentera DEM Partiyê bal kişand ser binpêkirinên dawî yên li dijî zimanê Kurdî û da zanîn ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê binpêkirin zêde dibin.
Wê wekî mînak êrişa li karkerên Kurd ên li Samsunê ku stranên Kurdî guhdar dikirin û dayîna cezayê 400 hezar lîreyî yê Komeleya Çand û Ziman ARSÎSAya li Wanê nîşan dan.
Varliyê her wiha bal kişand ser zextên li ser Amedsporê yên ji ber Kurdî zêde dibin.
Banga ji bo avakirina komîsyonekê
Parlamentera DEM Partiyê xwest ku komîsyoneke taybet were avakirin da ku astengî, binpêkirin û siyasetên li dijî zimanê Kurdî lêkolîn bike.
Li gorî pêşniyarê, divê komîsyon pêşî li ser encamên dîrokî û civakî yên siyasetên tunehesibandinê bixebite.
Pişt re, divê hemû astengiyên yasayî û îdarî yên li ber perwerdeya bi zimanê dayîkê û xizmetguzariyên giştî destnîşan bike.
Xala sêyem, peydakirina rêyeke çareseriyê ye ji bo parastin û bipêşketina hemû zaravayên Kurdî.
Di dawiyê de jî, divê siyasetên nû werin amadekirin ku mafên zimanî yên welatiyên Kurd bixin bin garantiya yasayî.
Hat xwestin ku di lêkolînê de ev mijar werin nirxandin:
- - Encamên dîrokî û civakî yên siyasetên tunehesibandin, qedexe û cihêkar ên li ser zimanê Kurdî.
- - Astengiyên yasayî û îdarî yên li ber perwerdeya bi zimanê dayîkê û xizmetguzariyên giştî.
- - Pêşniyarên çareseriyê yên ji bo parastin û bipêşketina Kurdî.
- - Pêşniyarên ji bo xistina bin garantiya yasayî ya mafên zimanî yên bingehîn ên wan welatiyên ku zimanê wan ê dayîkê Kurdî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse