Colemêrg (Rûdaw) - Gelek aliyên siyasî, komele û rêxistin piştgiriyê didin biryara danîna çekan û xwefesixkirina PKKyê ku yek ji wan jî “Komeleya Malbatên Şehîd û Birîndaran a Geverê” ye.
Endamên komeleyê ku xizmên xwe wekî cerdevan di şer de ji dest daye yan birîndar bûne bi bernameyekê piştgirî da biryara PKKyê û pêvajoya danîna çekan a PKKyê.
Piştî ku PKKyê di kongreya xwe de biryara danîna çekan da gelek aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl piştigirî da pêvajoyê.
Serokê “Komeleya Şehîd û Birîndaran a Geverê” Samî Keskîn got:
“Me îro endamên komeleya xwe kom kirin.
Me bi hev re xwarinek xwar. Me civînek kir û me got, em di vê pêvajoyê de bi dewletê re ne.
Em di pêvajoya Tirkiyeya bêteror de piştigiriya dewletê dikin.
Em dixwazin êdî dayîk negirîn, em dixwazin êdî zarok sêwî û êtîm nemînin.
Em dixwazin êdî xwîn nerije û pirsgirêkên li nav welatê me xilas bibin.”
Endamên “Komeleya Malbatên Şehîd û Birîndaran a Geverê” bi bernameyekê piştigirya xwe ji bo pêvajoyê diyar kir.
Di bernameyê beşek rûspî û karsaz û kesayetên navçeyê jî amade bûn.
Malbatan bi germî pêşwazî li biryara PKKyê kir û piştiriya xwe ji bo Hikûmeta Tirkiyeyê eşkere kir.
Karsaz Ednan Oveç anî ziman:
“Em îro civiyan, em wekî niyet ji bo Tirkiye û Gevereke bêteror piştgiriya dewletê dikin.
Em hemû yekdeng û yekhelwest in.
Îro jî em bi rêya Komeleya Malbatên Şehîd û Birîndaran peyama xwe digihînin.
Peyama malbatan gelekî bi qîmet e û destê hikûmet û dewletê jî bihêz dike.
Ez her dem dibêjim, dayîkek zarokê xwe bi zehmetî mezin dike lê çavê wê li rêyan dimîne.
Em çi jî bêjin em nikarin derdê dayîkan derman bikin.”
Li parêzgeha Colemergê heman demê odeyên bazirganî û saziyên din jî bi daxuyaniyên cuda piştgiriya pêvajoya danîna çekan û xwefesixkirina PKKyê dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse