Li Rihayê zarokekî 12 salî daliqandî hat dîtin

15-06-2023
RÛDAW
Nîşan Zarok Riha Daliqandî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyyubiyê ya Rihayê termê zarokekî 12 salî hat dîtin ku du rojan berî niha wenda bibû.

Cenazeyê zarokê bi navê Abdulbakî Dakak ê 12 salî li nêzîkî medreseya wî hatiye dîtin, ku di nav axûrekê de daliqandî bûye.

Cenazeyê Dakak ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Rihayê û paşê jî radestî malbata wî hate kirin.

Cenaze îro li Goristana navçeya Serê Kaniyê bi axê hat spartin.

Niha derbarê wê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin û heya niha bi zelalî nayê zanîn ka wî zarokî bixwe xwe darve kiriye, yan jî hatiye darvekirin, lê îdiakrin ku wî bixwe xwe daliqandiye.

Daxuyaniya parêzgariyê

Derbarê bûyerê de Parêzgariya Rihayê daxuyaniyek belav kir û tê de dibêje ku Abdulbakî Dakak întîxar kiriye.

Li gor daxuyaniya parêzgariyê derbarê bûyerê de lêpirsîna îdarî û lêpirsîna edlî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat tê gotin ku pêvajoya darazê ya derbarê pêvajoyê de bi hesasiyet tê meşandin.

Baroya Rihayê: Em dê pêvajoya hiqûqî bişopînin

Baroya Rihayê jî derbarê heman bûyerê de daxuyaniyek da û ragihand ku ew dê pêvajoya hiqûqî bişopînin.

Di daxuyaniya xwe de Baroya Rihayê dibêje: “Me bi xemgînî bihîst ku Abdulbaki Dakak ê 12 salî yê ku li Rihayê winda bibû jiyana xwe ji dest daye. Weke Baroya Rihayê em ji raya giştî re radigihînin ku der barê mirina bi guman a zarokê me de em dê xebatên hiqûqî dişopînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst