Girtiya Kurd Şadiye Manap piştî 30 salan hat azadkirin

21-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Şadiye Manap Kocaelî Riha Girtî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiya Kurd Şadiye Manap ku ev zêdeyî 30 sal in di girtîgehê de bû, hat azadkirin. Malbat û kesûkarên Manap li ber deriyê girtîgehê bi tilîlîyan pêşwazî li wê kirin.

Şadiye Manap di sala 1992an de li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê hatibû destserkirin û Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê (DGM) bi hinceta “damezrandin û rêveberina rêxistinê” cezayê heta heta yê girtîgehê dabû wê.

Roja Çarşemê 21ê Hezîrana 2023an girtiya Kurd Şadiye Manap piştî zêdeyî 30 sal ji mana li girtîgehê, li navçeya Gebze ya Kocaeliyê hat azadkirin.

Malbat û kesûkarên wê girtiya Kurd ligel berpirsên rêxistina HDPê yên Kocaelî û Federasyona Komaleyên Hevgirtina Hiquqî ya Malbatên girtiyan li pêşiya girtîgehê bi tîlîyan pêşwazî li wê kirin.

Dîmenên azadkirina Şadiye Manap li ser medyaya civakî hatin belavkirin û ji aliyê gelek kesan ve hatin parvekirin.

1ê Kanûna 2022an cezayê heta heta yê Şadiye Manap temam bibû û ji girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê hatibû azadkirin lê 5ê Kanûna 2023an bi hincetên cûda careke din hatibû desteserkirin û bo girtîgeha girtî ya jinan a navçeya Gebze ya Kocaeliyê hatibû şandin, lê roja Çarşemê hat azadkirin.

Şadiye Manap dema hatibû destserkirin temenê wê 24 sal bûn, lê di temenê xwe yê 55 salî de ji girtîgehê derket û di dema girtîbûna xwe de li çendîn girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê maye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst