Gundê Êkmalê piştî hewleke mezin gihîşt avê

15-07-2021
Ferdî Sak
Hişkesaliyê bandorekî gelek xirab li jiyana gundan kiriye
Hişkesaliyê bandorekî gelek xirab li jiyana gundan kiriye
Nîşan Gundê Êkmalê Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ava gundê Êkmalê yê navçeya Qilana a Şirnexa Bakurê Kurdistanê ku ji aliye din ê sînor tê ji ber sedemên hişkesaliyê hişk bûye û bandorek neyînî li ser çavkaniyên ava gund kiriye.

Gundê Êkmalê li Şirnexê gundekî sînorî yê Bakurê Kurdistanê ye ku li xala "sifir" a sînorî cih digire. Hişkesaliyê bandorek neyînî li ser çavkaniyên ava gund kiriye. Beşek ji ava gund ji kaniyeka li ser sînor tê, lê îsal ji ber sedemên  hişkesaliyê  ew kanî ku yek ji navdartirîn kaniyên  wî gundî ye  hişk bûye. Xelkê gund jî hewl dan wê kaniyê vegerînin û di encama hewl û xebatan de  beşek ji ava wê kaniyê cardin vegerandin. Xelkê vî gundê sînorî bi piranî karê xwe yê ajeldariyê û çandiniyê li ser aliyê din yê sînor dikin.

Kêmaviyê bandorek neyînî li ser ajaldarî û çandiniya gundê sînorî kiriye. Xelkê gund bi piranî li ser aliyê sin yê sînorî kare ajeldarî û cotkariyê dikin. Ev gund bi gwîzên xwe navdar e. Temenê hinek darên guzên gund ji sed salan bêhtir e. Wî gundî di navbera salên 1970-1991ê de 3 caran pêşwazî li penaberên Başûrê Kurdistanê kiriye 

Her çende ku navê gund Êkmale be jî niha hejmara malên li vî gundî zêdeyî sed mala ye. Yek ji gundên sînorî yê Bakurê Kurdistanê ye. Jiyana xelkê wê li ser ajeldarî û çandiniyê ye.

Ew gund bi kaniyên xwe yên xwezayî berniyas e, lê îsal  hişkesaliya ku li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serî hildaye, bandorek neyînî li ser çavkaniyên serekî yên ava gund kiriye.

Yek ji bernîyastirîn kaniyan ava gund ku li aliye din ê  sînor dimîne û beşeke ava gund jê dihat dabînkirin. Navê kaniyê Kaniya Sipî ye ku sala derbasbûyî ji gelî û newalên Başûrê kurdistanê dihat û rih dida  xweza, ajel û akinciyên gund, lê îsal ev kanî jî ber bi  bayê hişkesaliyê ketiye. Şivanê gund dibêje ava wê kaniyê îsal nemaye lê gundî hewl didin cardin wê kaniyê vegerînin.

Şivanê gund Loqman Varol dibêje: “Ez şivanê Êkmalê me par ne pêrar ava Kaniya Spî gelek boş bû. Ev sale ava Kaniya Spî nîne. Eve beriya du roje sêye miletê Êkmalê çû katoya avêtiye, ava Kaniya Spiyê ya derêxistiye. Borî avêtinê dê bînin bo nava gundî.”

Ava Kaniya Spî bi xortûman dihat nav bax, bostan û ajalên gund, lê hişkbûna wê  bandorek neyînî li ser çandiniyê û bi taybet jî li ser ajalan kiriye û beşek ji wan tuşî nexweşiyan bûne.

Lokman Varol herwiha got: “Heywanet ji bêaviyê ho lêhat, hemî yê ketiye nexweşiyê hemiyê ketiye zerekê. Ev 3-4 heywanêt me, gelek pê çûn, mirin. Veterne jî nayête nav de.”

Çend kes in ji  xelkê gund ku hewl didin serê wê kaniyê bikolin û cardin avê bibînin, bi hêviya ku ziyana bê aviyê kêmtir bikin. Di encama hewl û xebatên wan de  beşek ji ava wê kaniye cardin bi ser axê ket û kêm be jî hinek ji wê gehişt nav bostan û   ajalên gundiyan.

Darên mezin ên gûzan û spîndarên dirêj  bûne bergek keskatî û xemla vî gundê sînorî.

Li seranserî gund derdora 800-1000 donimên erdê avî hene rêjeya kêmbûna avê bandorek li ser berhemên çandiniyê jî kiriye.

Ew gund  ji aliyê berhemên çandiniyê ve bi gûzên xwe navdar e. Bi gotina gundiyan temenê hinek ji van darên gûzan ji sedî zêdetir e.

Dîroka gund vedigere bo serdemên berê, yek ji akinciyên gund Hisên Mihemed ku karê ajeldariyê dike dibêje, di demên berê de Filleh li vî gundî dijiyan lê pişre babûbapîrên wî hatine û li vir niştecîh bûne.

Akinciyê Gund Hisên Mihemed jî got: “Ev gunde gundê Filhan bû, Uşane li ser vî gundî bî, qesta Uşaneyî li vî gundî bî, piştî ew derbas bîn çûn Iraqê, babîrê min hat ser vî gundî, dibêjin Yasînê ‘Ezoyî. Eve 100 sal e bapîrê min yê li ser vî gundî.”

Gund 80 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Şirnexê  cih digire.  Hevsînor e ligel navçeya Amêdiyê ya  Başûrê Kurdistanê  û li xala "sifir" ya sînoriye.

Ev aliyê sînor êdî bûye perçeyek ji jiyana gundiyan û gundî beşeke karên xwe yên ajeldarî û çandiniyê li vî alî dikin. Ev jî bêrîvanên gund in ku hatina wan ya vî aliyê sînor, ji biharê destpêdike heya payîzê. Ew  rojane ji aliyê din yê sînor tên û ajalên xwe li vir  didoşin.

Bêrîvan Rahime Sak Bêrîvan jî dibêje: “Ev gunde gundê Filhan bû, Uşane li ser vî gundî bî, qesta Uşaneyî li vî gundî bî, piştî ew derbas bîn çûn Iraqê, babîrê min hat ser vî gundî, dibêjin Yasînê ‘Ezoyî. Eve 100 sal e bapîrê min yê li ser vî gundî.”

Çemê Êkmalê sînorê herdu aliyan diyar dike. Beşek zêde ya ava gund ji serekaniya vî çemî tê dabîn kirin.   Çavkaniya wî ji geliyê Şîverminê destpêdike û  derdora 12 kîlometreyan diherike û   li gundê  Xabûr, tevlî çemê Xabûr dibe û digihije Herêma Kurdistanê.

Gundê Êkmalê 101 mal in, ev gund ji aliyê rêveberiyê ve girêdayî gundê Mergehê ye ku hevsînor e ligel  gund. Li gor amarên Rêveberiya Nifusê ya navçeya Qilebanê, hejmara akinciyên vî gundî  ligel akinciyên gundê Mergeh  2885 kes in. Xelkê gund ji Eşîra  Sindiyan in  ku beşek zêde ya vê eşîrê li dewrûberên navçeya Zaxo ya girêdayî parêzgeha Dihokê dijîn. Ji aliyê  Bakur  ve xelkê vî gundî hevsînor e ligel eşîra Goyiyan û Jîrkiyan, ji aliyê Başûr ve jî hevsînor e ligel eşîra  Guliyan. Xelkê vî gundî di navbera salên 1988 û 1991ê  de çendîn caran pêşwazî li penaberên Başûrê Kurdistanê kiriye û Çend wêneyên wê demê di pirtûka Gordon W. Rudd ya bi navê  Destwerdanên Mirovî de hatine tomar kirin.   Herî dawî jî di sala 2014ê de  hembêza xwe bo Kurdên Êzidî yên  Başûrê Kurdistanê vekiriye  ku ji ber şerê DAIŞê aware bibûn. Heya sala 2005ê hatin û çûn di navbera xelkê  Bakur û Başûrê Kurdistanê hebû, lê bi kontrolkirina sînoran ji aliyê Tirkiyê ve, di van salên dawî de ew hatinûçûn nemaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst