Konsulxaneya Amerîkayê li ser êrişên dronî daxuyanî da

15-07-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Herêma Kurdistanê Îraq Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê bi tundî bertek nîşanî êrişên bi dronan ên 14 û 15ê Tîrmehê yên li qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê da.

Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku êriş serweriya Îraqê bin pê dikin û hewlên ji bo kişandina veberhênerên biyanî têk didin.

Di daxuyaniya Amerîkayê de hat gotin:

“Amerîka bi awayekî herî tund êrişên dawî yên dronan ên li seranserî Îraqê, bi taybetî êrişên 14 û 15ê Tîrmehê yên ku binesaziya girîng a li qadên petrolê yên Xurmele û Sersingê yên Herêma Kurdistanê kirin hedef, şermezar dike.”

Banga ji bo Hikûmeta Îraqê

Di daxuyaniyê de bangî Hikûmeta Îraqê hat kirin û hat tekezkirin ku divê rê li ber pêkanîna êrişên bi vî rengî yên ji nava axa Îraqê ve were girtin:

“Divê Hikûmeta Îraqê, desthilata xwe bi kar bîne ji bo pêşî li çalakiyên wan aliyên çekdar bigire ku êrişan li dijî herêmên di nava axa wê de pêk tînin.

Ew cihên ku kompanyayên Îraqî û navneteweyî veberhênanê li paşeroja Îraqê dikin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êriş tenê zererê nadin serweriya Îraqê, di heman demê de ziyanê didin bipêşketina aborî ya welat jî û hat gotin:

“Ev êriş nayên qebûlkirin, serweriya Îraqê lawaz dikin û zererê didin hewlên ji bo kişandina veberhênanên biyanî.”

Amerîkayê her wiha ji Hikûmeta Îraqê xwest ku ji bo eşkerekirina berpirsên êrişan û cezakirina wan lêkolîneke berfireh bide destpêkirin û anî ziman:

“Em bangî Hikûmeta Îraqê dikin ku gavên pêwîst bavêje da ku berpirsên van êrişan diyar bike û hesabê ji wan bipirse.”

Şeva borî bi du dronên bombebarkirî êrişî Qada Petrolê ya Xurmeleyê ya Hewlêrê hat kirin.

Vê sibehê jî li Qada Petrolê ya Sersingê ya navçeya Amêdiyê ya Dihokê teqîneke ku sedema wê hîn ne diyar e, çêbû.

Piştî teqînê, kar û barên hilberîna petrolê hatin rawestandin.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê êriş wekî “êrişên terorîstî” bi nav kir û diyar kir ku binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê hatiye hedefgirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst