Ji ber nêçîra bazan milyonek lîre ceza li 2 kesan hat birîn

15-10-2025
RÛDAW
Nîşan Baz Nêçîr Qers
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Selîmê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, cendirmeyan du nêçîrvanên ku nêçîra bazan dikir girtin û milyonek û 146 hezar lîre ceza li wan birî.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgehê tesbît kir ku du kes nêçîra bazan dikin.

Li ser vê yekê, tîmên cendirme û Birêvebiriya Parkên Neteweyî operasyoneke hevpar li dar xist.

Wan her du nêçîrvan li ser sûc girtin.

5 baz û gelek teyrên din hatin rizgarkirin

Tîman di lêgerînê de 5 baz, 17 kevok û 7 kewên sax ji nêçîrvanan standin û ew berdan.

Her wiha tîman dest danî ser tifingeke nêçîrê, dûrbîn û gelek alavên din ên nêçîrê.

Tîmên parastina xwezayê bi giştî milyonek û 146 hezar û 682 lîre ceza li her du nêçîrvanan birî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst