Mamosteya Kurdî: Min dizanibû ku dê gelê Kurd piştgiriya min bike

15-11-2023
Abdulselam Akinci
 Mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçin
Mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçinê ji Rûdawê re ragihand, “Min dizanibû ku dê gelê Kurd piştgiriya min bike.”

Mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçin ji ber vîdeoya ku navê bajaran bi Kurdî hînî xwendekaran dike li ser medyaya civakî wekî armanc hatibû nîşandan.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya  Doza Azad (HUDA PAR), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Baroyan û gelek komeleyên sivîl û siyasî piştgirî dabûn mamostaya Kurdî Mizgîn Yalçinê.

Mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçin li ser rewşa xwe ya dawî daxuyaniyeke nivîskî belav kiribû bi Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci re axivî.

Mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçinê anî ziman:

“Min dizanibû ku dê gelê Kurd piştgiriya min bike, a niha jî kêfa min baş e, ji ber ku armanca me fêrkirina zimanê Kurdî bû. Em dizanin ku sedema êrişê zimanê Kurdî bû, ne tiştekî din bû.

Di mufredatê de çi hebe min dersa wê daye. Ez nikarim bêjim ez ji Diyarbakirê me. Ev di Kurdî de nabe. Çi di dersê de hebe divê ez hînî zarokan bikim. Ev di zimanên din de jî nabe. Tiştekî nehiqûqî tunebû di wê mijarê de.”

“Malbatên zarokan piştgiriya min dikin”

Mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçinê li ser piştgiriyên ku li wê hatine kirin got:

“Em bi Wezareta Perwerdeyê re jî axivîn û wan jî got, em piştgiriya te dikin. Baroyan jî ji me re got ku tiştekî nehiqûqî di vê mijarê de nîne.

Xwendekaran her tim ji min re digot, mamoste em vîdeoyan bigirin û destûra malbatan jî hebû. Malbatên zarokan piştgiriya min dikin.”

Mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçinê herwiha anî ziman:

“Gelek gotinên ne xweş, gef û heqaret li min hatin kirin. Ne tenê li kesayeta min, li zarokên me, li gelê Kurd û zimanê Kurdî jî hatin kirin. Ne ez tenê bûm lewma ez gelekî pê êşiyam.”

“Dijminatiya zimanê Kurdî ye û kesek nikare înkar bike”

Mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçinê li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek belav kir.

“Wek hûn dizanin, ez tenê mamosteyek im û li dibistaneke girêdayî wezareta perwerdehiyê hewl didim ku karê xwe bi awayekî serkeftî pêk bînim û li gorî erka ku wezareta min daye min, xwendekarên xwe perwerde bikim.

Heta roja îroyîn ez bi tu awayî ji xêz, erk û karê Wezareta Perwerdehiyê ya Milî dûr neketime û nakevim jî. Tenê armanceke min heye, ew jî şadî û serkeftina xwendekarên min û aramiya malbatên xwendekarên min e.”

Mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçinê di daxuyaniya xwe de herwiha anî ziman:

“Heyf û mixabin kesên hizir û armanc xerab êrîşî serkeftina xwendekarên min, aramiya malbatên xwendekarên min û kesayetiya min kirin.

Êrîşî wezîfe û wezîfeyên ku Wezareta Perwerdehiyê Neteweyî dabûn min kirin. Mixabin bi vê yekê êrîşî gelê Kurd û yên bi Kurdî diaxivin jî kirin. Lê em hemî jî baş dizanin ku, di bingeha van êrîşan da tenê sedemek heye, ew jî dijminatiya zimanê Kurdî ye û kesek nikare vê rastiyê înkar jî bike.

Lê bila ew kesên raman reş baş bizanibin ku, ez ê her gav li ser kar û erka xwe bim û bi tu awayî xwendekarên xwe û mamostetiya Zimanê Kurdî tenê nehêlim.

Çawa ku piştî wan êrîşên xirab û dij yasayî, raya giştî ya rêzdar ez û xwendekarên min tenê nehiştin.”

Mizgîn Yalçin li Farqînê mamostetiyê dike

Mizgîn Yalçin li gundê Malabadê yê navçeya Farqînê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê mamostetiyê dike.

Mizgîn Yalçin li ser torên civakî bi vîdeoyên ku li odeyeke mala xwe ya Êlihê amade dike dersên Kurdî dide.

Yalçin li ser hesabê yê tora civakî ya bi navê “Kurdî Online” vîdeyoyên dersên xwe parve dike.

Ji Kurdistan, Amerîka, Almanya, Holanda, Azerbeycan û Tirkiyeyê xwendekarên wê hene û dersên Kurdî bi awayekî online dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst