Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyên 2 koçberên ku di ava Deryaya Egeyê de xeniqîn, radestî Îdareya Serbixwe ya Raperînê hatin kirin û li wir hatin veşartin.
Ew her du kes, dayîkek û pitika wê bûn ku dawiya meha borî xeniqîbûn.
Xizmê dayîk û zarokê Îsmaîl Ezîz got:
“Belem ji bo 15 kesan bûye lê wan 32 kes siwar kirine, ji tirsa polîsan û qaçaxçî li girekî qelibiye.
5 kes mirine, 3 ji wan Efxan û yên din jî xwarziya min û keça wê ne.”
Nayle Mistefa 36 salî û Nûr Kawêziya keça wê jî 9 mehî bûye.
Ew ji nahiyeya Serûçaweyê ya navçeya Çemçemala Silêmaniyê bûn.
Li gorî xizmên wan, “ji ber bêkarî û bêmaliyê wan deyn kiriye û bi hevjînê xwe re biryara koçê daye.”
Birayê Nayleyê, Resûl Mistefa jî da zanîn:
“Zavayê me li derekê nehatibû tayînkirin û ne meaşxwir bû.
Wan got em dê biçin ji xwe re li Almanyayê jiyaneke xweş ava bikin.”
Li gorî amarên Komeleya Penaberên Vegeriyayî îsal 8 hezar welatiyên Herêma Kurdistanê koçberî welatên derve bûne ku 2 hezar 500 ji wan xelkê Raperînê ne.
Li gorî amarên berdest, tenê îsal 46 kesên ji Herêma Kurdistanê di rêya koçê de mirin ku ji wan 16 kes ji Raperînê bûn û cenazeyên 12 kesan hîn jî nehatine dîtin û bê gor in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse