Licê (Rûdaw) - Li navçeya Licê ya Amedê li dijî bikaranîna madeyên hişbir û fihûşê meşeke protestoyî hat lidarxistin.
Platforma “Şiyar Be” li navçeya Licê ya Amedê li dijî belavbûna tiryak û laşfiroşiyê bi beşdariya siyasetmedarên DBP û DEM Partiyê meşeke girseyî saz kir.
Li gorî raporên saziyên pêwendîdar, di salên dawî de li Amed û navçeyên wê bazirganî û bikaranîna tiryakê gelekî zêde bûye û temenê bikaranînê daketiye 8-9 saliyan.
Her wiha tê diyarkirin ku ji bo dabînkirina tiryakê bi hêsanî bê peydakirin, rêjeya laşfiroşiyê jî zêde bûye.
"Em fihûş û tîryakê naxwazin"
Xelkê Licê li navenda navçeyê li dijî vê rewşê rabûn ser pêyan û bi pankart û dirûşmeyan nerazîbûna xwe nîşan da.
Welatiya bi navê Gulistan Erdalê di çalakiyê de got, “Em dê heta dawiyê li ser pêyan bin.
Em fihûş û tîryakê naxwazin. Em ji tiştên ku li ser jinan tên lîstin re dibêjin na.”
Welatiyekî din jî bal kişand ser rola malbatan û got:
“Divê dê û bav û malbat bi hev re şiyar bibin. Bila keç û xort miqateyî xwe bin. Ciwanên me guneh in, heyf in.”
“Divê derfetên kar ji ciwanan re çêbibin”
Li gorî raporan, li Amedê metirsiya li ser ciwan û civakê gihiştiye asteke bilind.
Welatî Tehsîn Îşcan sedema sereke ya vê rewşê bi kêmasiya rêxistinbûnê ve girê da û got:
“Xweza valahiyê qebûl nake. Heke valahî hebe hinek tiştên din dê şûna wê valahiyê tijî bikin. Çi ye ew valahî? Bêrêxistinbûn e.
Heke hûn bêrêxistin bin û di ser de jî şertên ekonomiyê xirab bin wê çaxê însan dê bikevin çi?
Dê bikevin destê tiryak û fihûşê, yan jî bikevin sîxuriyê.”
Halîs Aksakal jî çareseriyê di avakirina kooperatîfan de dibîne û dibêje:
“Divê kooperatîf ava bibin, divê ji ciwanan re derfetên kar çêbibin ku mijûliyetek ji wan re çêbibe da ku ev rewş rast bibe.”
“Ev polîtîkayeke taybet a şer e”
DBP û DEM Partî jî zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir û laşfiroşiyê wekî “polîtîkayeke taybet a şer” bi nav dikin.
Hevseroka Giştî ya DBPyê Çîgdem Kiliçgun Uçarê meş wekî destpêka têkoşîna li dijî van diyardeyan bi nav kir û wiha axivî:
“Wekî ku fihûş û tiryak rewşeke rasteqîn a Kurdistanê be tê nîşandan lê em dê destûrê nedin vê yekê û vê nîşandanê.
Erdnîgariya me cihekî nimûne ye ku tiryak û fihûş lê jiyanê nabîne û dê her wisa jî bimîne.”
Partiyên siyasî li yên Amedê dibêjin ku tenê bi tedbîrên ewlehiyê rê li ber vê rewşê nayê girtin, loma divê hemû sazî, navçe û tax şiyar bin da ku civak ji xetera tiryakê paqij bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse