Amed (Rûdaw) - Platforma Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbir, ji bo bal bikişîne ser belavbûna zêde ye madeyên hişbir, li Amedê meşek li dar xist.
Di meşê de parlamenter, hevşaredar û nûnerên saziyên sivîl jî amade bûn. "Şiyar Be!", dirûşma sereke ya meşê bû.
Di meşê de bangî malbat, dê û bavan hat kirin û ji wan hat xwestin li hemberî madeyên hişbir hişyar bin.
"Em ji bo ciwanan dimeşin"
Mele Abdullah Arikan diyar kir ku ew ji bi ciwanan dimeşin û got, "Ciwanên ku nû radibin pêşeroja me ne.
Em ji bo silametiya wan, serfiraziya wan, civakeke aram, paqij û serbilind dixwazin, ji bo wan dimeşin."
Çalakvanekî jî bangî Şaredariya Amedê kir ku tûşbûyên madeyên hişbir navendekê veke û got:
"Hêviya me şaredariya me ye. Bila derekî vekin ku ev însanên ketine destê vî madeyî, tedawiya wan bikin."
"Em ji bo bandora şerê taybet qels bikin dimeşin"
Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneşê wiha anî zimên, "Ciwan ji bo madeyên tiryakê re helwesta xwe nîşan bidin dimeşin.
Em bi hev re ji bona civaka demokratîk ava bikin, bandora şerê taybet qels bikin, bi meşa xwe, em îradeya xwe nîşan didin."
Piştî meşê li ber bircên Amedê daxuyaniyek hate dayîn û banga hişyariyê li malbatan hate kirin.
"Hişbir û fihûş amûrên bikêrhatî ne ku civakê ji hundir ve dirizîne"
Berdevka Platforma Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir Gulşen Demîrê bal kişand ser bandora neyînî ya li ser civakê û wiha axivî:
"Ev pirsgirêk ne tenê zerarê dide ferd di heman demê de zirarê de tevna civakî û hêza berxwedana civakê dişkîne.
Hişbir û fihûş amûrên bikêrhatî ne ku civakê ji hundir ve dirizîne û pergala kapîtalîst û serdest xwe bi van amûran xurt û mezin dike.
Bi van amûran bandorê li hemû beşên civakê dike û yekîtiya civakî perçe dike."
Kesên ku tevli meşê bûn, bal kişand ku madeyên hişbir li gelek navçe û taxan belav bûne û ev yek pêşeroja ciwanan dixe xetereyê.
Çalakvan Zekiye Yilmaz got, "Banga me ji gêncan re heye, bila xwe li hev top bikin. Ev ji me re nabe."
"Gêncên me qediyane "
Çalakvan Bedîa Kayayê wiha anî zimên, "Em dixwazin ev made ji nava gêncên me rabe. Gêncên me qediyane, nemane
Gêncên me giş dîn bûne, giş di qulkê bedenan de ne, giş di xirbeyan de ne. Hiş û aqil nemane.
Gêncên me bi dayik û bavên xwe dikevin, xewên şevan li me hesret bûne."
"Dermanê me civak e, ne tiryak e"
Derûnînas Recep Oruç got, "Em niha bangewaziyê li ciwanên xwe dikin. Dermanê me civak e, civaknasî ye, ne tiryak e."
Digel ku li Amedê û li gelek bajarên din jî rêjeya bikaranîna madeyên hişbir gelekî zêde bûye jî heta niha tu tedbîreke berbiçav nehatine girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse