Li Sêrtê kesekî 59 salî di mala xwe de mirî hat dîtin

16-01-2024
Nîşan Sêrt Turan Daniş Mirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê kesekî 59 salî di mala xwe de mirî hat dîtin.

Li gorî agahiyan, duh kesê bi navê Turan Daniş ê ku li Rêveberiya Taybet ya Bajêr kar dikir dema neçûye ser kar, hevalên wî yên kar malbata wî ji rewşê agahdar kiriye.

Paşê malbata Turan Daniş jî tîmên pêwendîdar ji rewşê agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîl û polîs çûn mala Turan Daniş.

Tîmên ku ketîn malê dît ku Turan Danişê 59 salî miriye.

Tîmên tendirustiyê termê Daniş ji bo otopsiyê veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Heta niha sedema mirina Daniş eşkere nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst