Hewlêr (Rûdaw) - Termê şofêrê bi navê Halîl Gunduzê ku li navçeya Heranê ya parêzgeha Rihayê bi otomobîla xwe ketibû kanala avdaniyê û winda bûbû, piştî 18 rojan li Girê Spî hat dîtin.
Roja 29ê Kanûna 2025an li navçeya Heranê ya Rihayê otomobîleke ku 5 kes tê de bûn ji kontrolê derketibû û ketibû kanala avdaniyê.
Di qezayê de kesek bi derfetên xwe ji avê derketibû û rizgar bûbû.
Lê di xebatên destpêkê de termê 3 zarokan hatibûn dîtin.
Şofêr Halîl Gunduz jî li ber avê çûbû û winda bûbû.
Ji wê demê ve xebatên tîman ên ji bo dîtina termê wî berdewam dikirin.
Li Girê Spî hat dîtin
Parêzgariya Rihayê îro ragihand ku termê Halîl Gunduz piştî 18 rojan di encama xebatên lêgerînê de hatiye dîtin.
Termê Gunduz li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê bi qasî 24 kîlometre dûrî sînorê Bakurê Kurdistanê hat dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse