Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku li ser daxwaza welatên dost û navbeynkaran, wan biryar daye ku hêzên xwe ji rojhilatê Helebê vekişînin û li rojhilatê Feratê bi cih bikin.
Fermandarê Giştî HSDyê Mezlûm Ebdî diyar kir ku ev gav ji bo "nîşandana niyeta baş" û temamkirina pêvajoya yekkirina hêzan tê avêtin.
Mezlûm Ebdî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku sibe saet 07:00 vekişîna hêzên wan a ji herêmên rojhilatê Helebê dest pê dike.
"Li ser daxwaza navbeynkaran"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev biryar li ser daxwaza welatên dost û navbeynkaran hatiye dayîn û wiha hat gotin:
"Ji bo nîşandana niyeta baş di temamkirina pêvajoya yekkirinê (entegrasyon) de û pêbendbûna bi bendên Peymana 10ê Adarê, me biryar da ku hêzên xwe vekişînin."
Vedigerin rojhilatê Feratê
Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku hêzên wan dê ji xetên temasê yên niha yên li rojhilatê Helebê vekişin û ber bi herêmên rojhilatê Feratê ve biçin da ku ji nû ve bên bicihkirin.
Divê were gotin ku ev herêmên rojhilatê Helebê (wekî Dêr Hafir) ev du roj in rastî êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê dihatin.
بناء على دعوات من الدول الصديقة والوسطاء، وإبداءنا لحسن النية في إتمام عملية الدمج والالتزام بتنفيذ بنود اتفاقية العاشر من آذار، قررنا سحب قواتنا غدا صباحاً الساعة 7. من مناطق التماس الحالية شرقي حلب والتي تتعرض لهجمات منذ يومين، وذلك نحو إعادة تموضع في مناطق شرق الفرات.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) January 16, 2026
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse