Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê kir

16-02-2022
RÛDAW
Civîna serok Barzanî û Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H. Tueller, roja Çarşembê 16ê Sibata 2022. Wêne: Baregeha Barzanî
Civîna serok Barzanî û Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H. Tueller, roja Çarşembê 16ê Sibata 2022. Wêne: Baregeha Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî îro li ofîsa xwe li bajarokê Selahedînê pêşwazî li Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H. Tueller kir û di civînekê de, rewşa siyasî û pêşhatên herî dawî yên li Iraqê gotûbêj kirin.

Îro Çarşembê 16ê Sibata 2022 li bajarokê Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H. Tueller û Konsolê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Robert Palladino kir.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de rewşa Iraqê û pêşhatên dawî û hevkêşeyên li nav proseya siyasî ya Iraqê û pêngavên destûrî yên piştî yekem civîna Parlamentoya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Di vê civînê de tekezî li ser pêwîstiya hevahengî û pêwendiya di navbera hêzên siyasî û pêkhateyên Iraqê de hat kirin. Di demekê de ku zêdeyî heftiyekê bi sedema lihevnekirina ser berbijarekî hevbeş bo serokkomariyê, mijara destnîşankirina serokkomar hatiye paşxistin û rêjeya yasayî bo civînê nehatiye temamkirin.

Di beşeke vê civînê de Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê da xuyakirin ku welatê wî bi hurî giringiyê dide guhertin û rudanên siyasî yên Iraqê û hemû aliyan, hem Herêma Kurdistanê û hem Hikûmeta Iraqa Federal a Iraqê teşwîq dike ji bo hevdûtêgihiştin û hevahengiyê daku giriftan çareser bikin.

Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê herwiha destnîşan kiriye ku Amerîka pabendî ewlehî û aramî û pêşketina Iraq û Herêma Kurdistanê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst