Şandeyeke Neteweyên Yekbûyî çû Kobaniyê

2 demjimêr berê
Nûşîn Hemê
Nîşan Kobanî Neteweyên Yekbûyî Rewşa Mirovî Ferhan Hac Îsa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Meclisa Birêvebir a Rêveberiya Xweser a Kantona Feratê Ferhan Hac Îsa ragihand ku îro şandeyeke Neteweyên Yekbûyî (NY) bi armanca şopandin û nirxandina rewşa mirovî çûye Kobaniyê.

Hevserokê Meclisa Birêvebir a Rêveberiya Xweser a Kantona Feratê Ferhan Hac Îsa li ser mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Ferhan Hac Îsa got, "Şandeyeke Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Hevrkariya Kar û Barên Mirovî (OCHA) ji bo nirxandina rewşa mirovî serdana Kobaniyê kir.

Wan li gel me behsa mijarên aborî, tenduristî, av, enerjî û tevahiya pêdiviyên li nav Kobaniyê kir."

Rewşa koçberan hat gotûbêjkirin

Ferhan Hac Îsa da zanîn ku wê tîmê derbarê rewşa koçberên ku hatine Kobaniyê de jî agahî wergirtine.

Li gorî daxuyaniyê, şandeyê pirsî ka hejmara koçberan çend e, li kîjan deveran bi cih bûne û pêdiviyên wan ên sereke çi ne.

Hevserokê Meclisa Birêvebir her wiha destnîşan kir ku di civînê de nûnerên hemû saziyên pêwendîdar ên wekî desteyên tenduristî, av, enerjî û koçberan amade bûn.

Pêwendiya rasterast

Hac Îsa eşkere kir ku di wê serdanê de hatiye tekezkirin ku êdî dê pêwendiya şandeyê rasterast bi birêvebiriya Kobaniyê re hebe da ku ji nêzîk ve agahdarî rewşa bajêr bibin.

Her wiha li gorî gotina Hevserokê Meclisa Birêvebir, şandeya Neteweyên Yekbûyî diyar kiriye ku ew dê hewl bidin ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Kobaniyê gavan bavêjin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst