Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rêxistina Bexteweriyê ragihand ku wan alîkariyên mirovî gihandine hejmarek malbatên li Rojhilatê Kurdistanê ku hewceyî xwarin û pêdiviyên rojane bûn.
Serokê Rêxistina Bexteweriyê ya li Herêma Kurdistanê Hacî Karwan, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got tevî şer û aloziyan wan karî destê alîkariyê bigihînin wan malbatên li Rojhilatê Kurdistanê yên ku hewceyî alîkariyê ne.
Hacî Karwan got, “Me alîkarî gihand bajarê Pîranşar û derdora wê, Merîwan û derdora wê û bajarê Mehabadê.
Me selikên xwarinê belav kirin çimkî îro li wan deveran bihayê xwarinê gelekî biha bûye."
Serokê Rêxistina Bexteweriyê eşkere kir ku wan heta niha bi bihayê zêdetirî 30 milyon dînarî selikên xwarinê li wan bajarên Rojhilatê Kurdistanê belav kirine.
Ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ku 28ê Sibatê dest pê kir û didome, bihayê beşek ji xwarin û pêdiviyên rojane li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse