Piştî şer hinek Îraniyan koçî Tirkiyeyê kir

16-06-2025
RÛDAW
Îraniyên derbasî Wanê bûne / Wêne û dîmen: Rûdaw
Îraniyên derbasî Wanê bûne / Wêne û dîmen: Rûdaw
Nîşan Îsraîl Îran Koç Tirkiye Bakurê Kurdistanê Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser zêdebûna êrişên Îran û Îsraîlê, hinek Îraniyan berê xwe da Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê liv û tevgera Îraniyan balê dikişîne.

Piştî şerê di navbera Îsraîl û Îranê de dijwar bû, gelek welatiyên Îranê ji ber metirsiya li ser ewlehiya canê xwe, dest bi terikandina welatê xwe kir.

Rawestgeha ewil a pêla koçberiyê parêzgehanê Wanê ya li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Îraniyên ku gihîştine Wanê, ji vir berê xwe didin bajarên cuda yên Tirkiyeyê.

Ji ber qerebalixa li Otogara Wanê, fîrmayên otobusan seferên xwe zêde kirin.

Nûçe: Zafer Avnaş/Rûdaw

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst