Li Wêranşarê zêdeyî 20 cotkaran hatin desteserkirin

16-07-2023
Zozan Çetîn
Nîşan Wêranşar Xwepêşandan Cotkar Qutkirina Elektrîkê DEDAŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwepêşandana cotkarên navçeya Wanşarê ser bi parezgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve ji ber birîna elektirîkê li dijî DEDAŞê berdewam dikin û di xwepêşandanê de zêdeyî 20 kesan hatin desteserkirin.

Li navçeya Wêranşarê ev 11-12 roj in Kompanya Dabeşkirina Elektirîkê ya Dîcle (DEDAŞ) bi bihaneya deynên çend çotkaran elektirîka çend gundan biriye. Li dijî vê birîna elektirîkê roja 15ê Tîrmeha 2023an cotkaran rêya di navbera Sêwereg û Wêranşarê de ji çûn û hatinê re girtin û li dijî DEDAŞê xwepêşandan kirin.

Heman rojê cotkaran rêya di navbera Riha û Mêrdînê de jî li ber hatin û çûnê girtin û li dijî birîna elektirîkê nerazîbûnên xwe anîn ziman. Li wir cendirmeyan destêwerdan di çalakiya cotkaran de kir, bi jopan li cotkaran xistin û zêdeyî 20 cotkaran desteser kirin. Di dema destêwerdanê de otomobîlên kar û traktorên cotkaran jî ziyan dîtin. Her cendirmeyan dets danîn ser gelek traktorên cotkaran.

Parlementerê CHPê yê Rihayê Mahmut Tanal li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê çalakî û desteserkirina cotkaran de peyamek belav kir û ragihand; “Cendirmeyan bi awayekî bê pîvan, bê sînor û bi tundûtujî  detwerdana çalakiya cotkaran kir û ew kesên ku dîmen û wêneyên vê çalakiyê dikişandin desteser kirin. Kiryarên ne yasayî nekin, eger welatî dîmen û wêneyan nekişînin dê van kiryarên bê pîvan û bêsînorane çawa piştrast bikin?”

Mahmut Tanel her wiha di wê parvekirina xwe de dibêje; "hûn nikarin dest danin ser traktorên cotkaran. Bi traktorê çi tawan hatiye kirin? Bi traktorê esrar û eroîn hatiye cîbicî kirin? Li gor yasaya cezayan ger tawanek bi wî eşyayî hatibe encamdan hûn dikarin destdanin ser wî eşyayî. Ev kiryar li dijî xala 54mîn a qanûna Tirkiyê ye. Eva li vir hatî kirin li dijî Destûra Binghîn ya Tirkiyê ye. Ew welatiyên ku di xwepêşandanên li dijî birîna elektirîkê de hatîn desteserkirin diwê di zorîn dem de werin berdan û trektorên cotkaran jî bo wan bên vegerandin.”

Li Rihayê pileyên germê 40 pile derbas kirine, li naçeya Wêranşarê pirgirêka birîna elektirîkê ya bidehan gundan heye, li hinekan gundan ev 11-12 roj in li hineka 6-7 roj in û li hinekan jî 12 demjimêr e li ser hev elektirîk hatiye birîn.

Li hinek gundan ji ber birîna elektirîkê ava vexwarinê nîne û av tuneye ku bidin ajelan jî. Herwiha gelek zeviyên çandiniyê bi temamî hişk bûne.

Baroya Rihayê jî derbarê birîna elektirîkê, xwepêşandan û desteserkirina de daxuyaniyek nivîskî belav kir. Baroya Rihayê bal kişand ser wê yekê ku mafê gihandina xizmeta elektrîkê ji aliyê yasayên neteweyî û navneteweyî ve tê parastin û weke parçeyek ji mafê jiyanê tê qebûlkirin.

Baroya Rihayê dibêje: “Çareserkirina pirsgirêkên elektirîkê li navçeyê ji wijdana polîtîkayên kar re hatine hiştin. Kompanya li şûna weberhênanê bo çareserkirina pirsgirêkên di xetên dabeşkirina elekrîka navçeyê de bike, bi bihaneya elektirîk bi qaçax tê bikaranîn bi awayek bi pilan bê navber elektirîkê li ser xelkê dibire."

Baroya Rihayê di wê daxuyaniya xwe de bang li Saziya Sererastkirina Bazara Enerjiyê “EPDK” kir û got: "Em bang li EPDKê dikin ku di vê bûyerê de erkê xwe cîbicî bike, van karên çewt ên DEDAŞê bişopîne û ceza bike. Em daxwaz dikin li dijî DEDAŞê lêpirsînek xelkê razî bike, eşkere, dadmendane û bê alî bê encamdan û encama wê jî bi raya giştî re bê parvekirin û di zotirîn dem de dawî li van kiryarên DEDAŞê û birîna elektirîkê bê anîn."

Ev di demekê de ye roja 9ê Tîrmehê 2023an nêzîkî 300 cotkaran Rêya Hevrîşimê li ser çûn û hatinê girtibûn û ji ber birîna elektirîkê li dijî DEDAŞê xwepêşandan kiribûn.

Wê demê jî cendirme û polîsan destwerdan di çalakiya cotkaran de kiribûn û bi gaza rondikrêj mudaxeleyî çalakvanan kiribûn û 20 kes desteser kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane / Wêne: Rûdaw

HEWLÊR- 2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane

2 malbatên ji Rojavayê Kurdistanê yên niçtecihê Bexdayê ne dema tên Hewlêrê li Rêbenda Şêrawayê hatine sekinandin û 3 roj in li ser cadeyan e