Encumena Wezîran peymana bi Bexdayê re pesend kir

16-07-2025
RÛDAW
Nîşan Bexda Peyman Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê Kurdistanê peymana nû ya li gel hikûmeta Îraqê ya derbarê mûçe û mafên darayî hatiye kirin pejirand.

Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Rojeva sereke ya civînê, mûçeyên xelkê Kurdistanê û peymana nû ya di warê pêwendiyên darayî de ya bi Bexdayê re bû.

Êriş hatin şermezarkirin

Di destpêka civînê de êrişên terorîstî yên li dijî Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî yên ku qadên petrolê dikin armanc bi tundî hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniya hikûmetê de hat tekezkirin ku van êrişan zerereke mezin a madî gihandiye hilberîna petrolê û binesaziya aborî û enerjiyê ya Herêma Kurdistanê.

Encumena Wezîran bangî hikûmeta Îraqê kir

Encumena Wezîran bangî hikûmeta Îraqê kir ku li hemberî van êrişan berpirsyariya xwe ya yasayî bi cih bîne û tedbîrên pêwîst ên ewlehiyê wergire.

Li gorî daxuyaniyê, encumenê piş tre dan û standinên darayî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nirxandin.

Hûrgiliyên peymanê hatin pêşkeşkirin

Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî hûrgiliyên peymana ku duh li Bexdayê hatibû kirin pêşkêşî encumenê kirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, li gorî peymanê dê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her meh 230 hezar bermîl petrol radestî Bexdayê bike û li beramberî vê dê 120 milyar dînar dahat jê re were veqetandin.

Encumena Wezîran peyman pesend kir

Encumena Wezîran diyar kir ku ew vê çarçoveya ku Bexdayê ji bo misogerkirina mafên darayî yên Kurdistanê pêşkêş kiriye pesend dike.

Di daxuyaniya Encumenê de hat destnîşankirin ku biryar hatiye dayîn naveroka peymanê bi temamî were bicihanîn.

Hikûmet li benda gavên berbiçav e

Her wiha hat tekezkirin ku divê Hikûmeta Federal mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bi awayekî rêkûpêk bişîne.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, Hikûmeta Kurdistanê li bendê ye ku Bexda piştî vê peymanê ji bo dayîna mûçeyan gavên berbiçav biavêje.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst