Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser peymana dawî ya li Sûriyeyê ragihand ku ew piştgiriyê didin "Peymana 18ê Kanûna Paşîn" û vegerandina mafên Kurdan wekî gaveke girîng nirxand.
Hakan Fîdan li Enqereyê di çarçoveya Civîna Mekanîzmaya 4+4 a Tirkiye-Ozbekistanê de daxuyanî da û bipêşketinên dawî yên li Sûriyeyê nirxandin.
“Ya serek lihevkirina aliyan e”
Fîdan li ser Peymana Agirbest û Entegrasyona Tam a ku 18ê mehê ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ve hatibû ragihandin axivî.
Fîdan tekez kir ku nêzîkatiya bingehîn a Tirkiyeyê piştgirîkirina lihevkirinên ku alî bi îradeya xwe pêk tînin e.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê got:
“Çawa me piştgirî da Peymana 10ê Adarê em wisa piştgiriyê didin Peymana 18ê Kanûna Paşîn jî.
Piştî ku aliyên li Sûriyeyê bi îradeya xwe li hev bikin, wekî Tirkiye eger hinek rezervên me hebin jî em wan didin aliyekî û em piştgirîkirina lihevkirina hevpar wekî polîtîkayeke li pêştir dibînin.”
“Vegerandina mafên Kurdan girîng e”
Hakan Fîdan biryarnameya Ehmed Şer a ji bo naskirina mafên welatîbûn û çandî yên Kurdan ên ku bi salan bû jê bêpar bûn, wekî gaveke girîng pênase kir.
Fîdan diyar kir ku di serdema Esad de jî li ser vê mijarê hewldan hebûn lê encam nehatibû girtin û wiha pê de çû:
“Bi taybetî dayîna van mafan ji bo gelek welatiyên Kurd ên ku nasnameya wan tunebû û (mafê welatîbûnê nehatibû dayîn) gelekî bi qîmet e.”
Fîdan destnîşan kir ku ev gav ji bo ku Kurd xwe ewletir hîs bikin û hesta wan a aidiyetê zêde bibe krîtîk in.
Hevdîtinên HSD-Şam-Amerîkayê
Hakan Fîdan da zanîn ku wî li Enqereyê bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack re hevdîtinek kiriye.
Fîdan eşkere kir ku di hevdîtinê de temasên sê alî yên li Şamê yên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), birêvebiriya Sûriyeyê û Amerîkayê de hatine gotûbêjkirin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê diyar kir ku bicihanîna Peymana 18ê Kanûna Paşîn ji bo yekîtiya Sûriyeyê girîng e û wan dê bi birêvebiriya nû ya Sûriyeyê re di warê têkoşîna li dijî DAIŞê de hevkariyê bidomînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse