Serok Barzanî: PDK di hemû qonaxan de hilgirê peyama aştiyê bûye

16-08-2025
RÛDAW
Nîşan Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Serok Mesûd Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî di salvegera damezirandina PDKyê de ragihand, “PDK di hemû qonaxan de hilgirê peyama aştî û kûrkirina piralîbûnê bûye.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berî 79 salan hat damezirandin.

Serok Barzanî di peyama xwe ya pîrozkirina damezirandina PDKyê de da zanîn ku damezirandina PDKyê ji bo berdewamî û dirêjkirina xebata gelê Kurdistanê ya li hemberî “planên neyar û dagirkerên Kurdistanê ku bi hemû hêz û şiyana xwe hewla şikandina îradeyê û bêdengkirina xebata gelê Kurdistanê didan pêwîstiyeke dîrokî bû”.

Serok Barzanî her wiha anî ziman:

“Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) her ji destpêka damezirandina xwe ve heta niha ji bo parastina maf, pênase û hebûna gelê Kurdistanê amrazek bûye.

Di heman demê de jî amraz bûye ji bo pêkhatina armancên demokratîk, niştimanî û neteweyî yên gelê Kurdistanê.”

Serok Barzanî Di beşeke din a peyama xwe de anî ziman:

“Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hemû qonaxan de hilgirê peyama aştiyê, kûrkirina piralîbûn, biratî û bihevrejiyanê bûye û di vî warî de rola xwe ya pêşeng li rawestgehên girîng û yekalîker ên dîroka siyasî ya Kurdistan û Îraqê bi başî lîstiye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst