Li Bakurê Kurdistanê du keçên winda hatin dîtin

16-09-2025
RÛDAW
Nîşan Betul K Gamze Kaya Winda Dîtin Platforma Malbatên Windayan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Du keçên ku li parêzgehên Çewlîg û Amedê yên Bakurê Kurdistanê winda bûbûn li Mêrdîn û Êlihê hatin dîtin.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Betul K.ya 16 salî berî 3 rojan winda bûbû.

Malbata Betulê serî li polîsan da û ji bo dîtina wê dest bi xebatên lêgerînê hat kirin.

Li gorî agahiyên malbatê, Betul 13ê Îlonê li Taxa Korhatê ji bo ku biçe marketê ji malê derket û careke din venegeriya.

Piştî ku malbatê bi hewlên xwe nekarî bigihîje keça xwe, serî li Birêvebirya Ewlehiyê da.

Betul K. di encama xebatan de doh derengê şevê li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê hat dîtin û hat zanîn rewşa wê ya tenduristiyê baş e.

Her wiha li parêzgeha Çewlîgê jî 12ê Îlonê Gamze Kayaya 25 salî ya astengdar winda bûbû û malbata wê gilî kiribû.

Gamze Kaya jî 15ê Îlonê li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê hat dîtin.

Alîyên pêwendidar dê Gamzeyê piştî karên yasayî radestî malbata wê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst