Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan bi hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) li gundewarê Dêrezorê di 2 operasyonan de 3 endamên şaneyên veşartî yên DAIŞê girtine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, operasyona yekem bi beşdariya Koalîsyonê li gundê Berîhayê yê li rojhilatê Dêrezorê hatiye kirin.
Di operasyonê de endamekî DAIŞê hatiye girtin ku destê wî di êrişên li ser HSDê û sivîlan de hebûye.
HSDyê da zanîn ku operasyona duyemîn li gundê Sebhayê hatiye kirin û di encamê de 2 endamên şaneyeke DAIŞê hatine girtin.
Hat destnîşankirin ku her du endamên şaneyê gelek êriş li ser HSD, endamên hêzên ewlehiyê û sivîlan pêk anîne.
"Em dê xebat û hevahengiya xwe bidomînin”
HSDyê di daxuyaniya xwe de teqezî li ser berdewamiya hevkariya bi Koalîsyonê re kir û ragihand:
"Em dê xebat û hevahengiya xwe ya bi Hêzên Koalîsyona Navneteweyî re bidomînin ta ku rêxistina terorîst û jêderên wê yên madî û manewî ziwa bikin û rê li ber çalakiyên terorîst ên ku ewlehiya herêmên me dixin metirsiyê bigirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse