Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de Brett McGurk ragihand, cardin hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya Tirkiyê, geşedaneke giring e.
Brett McGurk li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir ku hikûmeta Iraqê petrola ku li Kerkûkê tê derxistin, bi rêkeftineke nû ku li gel Herêma Kurdistanê hat kirin, di ser bendera Ceyhanê re dest bi hinardekirinê kir.
McGurk eşkere kir, ku piştî salekê hinardekirina petrolê di ser Tirkiyê re cardin dest pê kiriye û ev geşedaneke giring e.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ku hêzên ser bi hikûmeta navendî ya Iraqê Kerkûk kontrol kirin, hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê ve hatibû rawestandin.
Îro Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê, Asim Cîhad di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya hêla boriya petrola Kurdistanê bo Tirkiyê dest pê kir.”
Asim Cîhad got: “Rojane di navbera 50 hezar heta 100 hezar bermîlên petrola Kerkûkê dê bi rêya boriya petrola Kurdistanê bo bendera Ceyhan a Tirkiyê were hinardekirin.”
Asim Cîhad herwiha got: “Weke prensîp em li ser berdewamîdana bi hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya boriya petrola Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyha a Tirkiyê li hev hatine.”
Piştî sepandina siza û dorpêçên Amerîkayê bo ser Îranê, Amerîka li dijî hinardekirina petrola Kerkûkê bo Îranê ye û bo rawestandina wê jî, piştgirî li rêkevtina Hewlêr û Bexdayê bo destpêkirina hinardeya petrola Kerkûkê bo Tirkiyê dike.
Ev demek bû ku li ser destpêkirina hinardeya petrola Kerkûkê bi rêya hêla boriya petrolê ya Kurdistanê bo Tirkiyê, her du aliyên hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi danûstandinan kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse