Siyasetmedarê Kurd Ezîz Mehmûd Ak: Ji ber hewlên ji bo yekîtiya Kurdan ceza li min hat birîn

16-11-2020
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Siyasetmedarê Kurd Ezîz Mehmûd Ak
Siyasetmedarê Kurd Ezîz Mehmûd Ak
Nîşan Ezîz Mehmûd Ak Kurd Tirkiye
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Çaremîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, li Alîkarê Serokê Giştî yê berê yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê OSP'ê Ezîz Mehmûd Ak, ji endamtiya rêxistina çekdarî 6 sal û 3 mehan cezayê zindanê birî. Mehmûd Ak dibêje, ji ber ku wan xwestiye bi KCD'ê re yekitiya neteweyî ava bikin ev ceza lê hatiye birîn û tekez dike, ceza ji hiqûq û yasayê dûr e û bi temamî siyasî ye.

Li Amedê di çarçoveya dozeke li ser Kongreya Civaka Demokratîk KCD'ê de, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê OSP'ê Ezîz Mehmûd Ak, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê xwar.

Siyasetmedarê Kurd, Ezîz Mehmûd Ak li bajarê Amedê li Parka Koşuyoluyê, temaşeyî Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî dike. Li gorî xala 2'emîn a vê danezanê, tu kesek nabe bi kirinek ku li gorî dadgehên neteweyî û navneteweyî ne tawan be, bê cezakirin. Ew dibêje ji ber ku wî daxwaza yekitiya neteweyî ya gelê kurd kiriye ji aliyê Çaremîn  Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hatiye cezakirin.

Ezîz Mehmûd Ak têkildarî birîna cezayê li ser xwe ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Li ser navê Partiya Azadî û Sosyalîzmê, weke nûnerekî wê min bi KCD'ê re têkilî danîbû. Me bi hev re ji bo yekitiya neteweyî me bi hev re hin konferans li dar xistin. Vê yekê bala wan kişandiye. Di mutalaya dozger de behsa vê dike ku me xwestiye em yekitiya miletê Kurd ava bikin. Vê jî rasterast nivîsandine. Ji ber vê yekê ceza li min birîn. Ev ceza ne hiqûqî ne, bi temamî siyasî ne.”

Siyasetmedar Ezîz Mehmûd Ak, beriya çend mehan jî bi hinceta ku li ser medyaya civakî propagandaya rêxistineke çekdarî kiriye, salek û 6 mehan cezayê girtîgehê xwaribû. Li gorî parêzer Burhan Arta, bi vê cezakirinê dadgehê yasayên xwe jî binpê kirine.

Parêzerê Ezîz Mehmûd Ak, Burhan Arta ji Rûdawê re got: “Fikrên xwe aşkera kirine. Mirov ne mimkun e ji ber aşkerakirina fikrên xwe bêne darizandin û ceza bixwin. Em vî cezayî qebûl nakin. Li gorî pêvajoyê ceza didin. Pêvajo dema dibêje ev tişt sûc e, ew dikin sûc, dema dibêjin ne sûc e, ew jî dibêjin ne sûc e. Yanî li gorî pêvajoyê tevdigerin. Ev ceza ne hiqûqî ne.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê, beriya 3 rojan bang li dadgehan kir ku biryara xwe li gorî yasayê bidin û bi nêrîneke îdeolojîk û alîgir li tu kesî ceza nebirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst