ÎLAM - Termê mêrekî hat dîtin: Birayê 64 salî li xwe mikur hat

16-11-2025
RÛDAW
Nîşan Îlam Kuştin Bira Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê kesekî birayê xwe kuşt û hat desteserkirin.

Birêvebirê Polîsê Îlamê Xudadad Reşîdî ragihand ku bûyer ji ber pirsgirêkeke malbatî çêbûye û kujer li tawana xwe mikur hatiye.

Xudadad Reşîdî diyar kir ku li nêzîkî gundekî nêzîkî navenda parêzgeha Îlamê termek hatiye dîtin.

Reşîdî da zanîn ku piştî dîtina term, tîmên wan bi hevkariya Tiba Dadî dest bi lêkolînê kiriye û nasnameya wî diyar kiriye.

Hat diyarkirin ku piştî bidestxistina delîlan, wan birayê wî yê 64 salî desteser kiriye û ew di lêpirsînê de li kuştina birayê xwe mikur hatiye.

Reşîdî destnîşan kir ku kujer sedema bûyerê wekî "pirsgirêkeke malbatî" aniye ziman.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê derbarê kuştinên bi qestî agahiyên zelal nînin lê li gorî amarên Saziya Tiba Dadî di navbera 21ê Adara 2024an û 21ê Adara 2025an de 581 hezar û 941 kesan ji ber şer, birîndarbûn, windabûn an kuştina xizmên xwe serî li Tiba Dadî daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst