Li Îlamê kesekî ji malbata xwe 3 kes kuştin

28-09-2025
RÛDAW
Nîşan Îlam Rojhilatê Kurdistanê Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê, kesekî ji ber pirsgirêka mîratê mam, jinmam û pismamê xwe kuştin û 2 kesên din jî birîndar kirin.

Polîsê bajêr dibêje, êrişkar reviyaye û lêgerîna li pey wî didome.

Birêvebirê Polîsên Îlamê Behzad Bestamî ragihand ku roja şemiyê kesekî 40 salî bi çeka nêçîrê gule li mala mamê xwe reşandine.

Li gorî daxuyaniya Bestamî, di encama êrişê de mam, jinmam û pismamê êrişkar li cihê bûyerê hatine kuştin.

Her wiha 2 cîranên wan jî ku hewl daye navbeynkariyê bikin birîndar bûne û tîmên tenduristiyê ew veguhastine nexweşxaneyê.

Birêvebirê Polîsên Îlamê da zanîn ku kujer piştî bûyerê reviyaye û heta niha nehatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst