Mesrûr Barzanî: Xelata Zaxoyê serkeftineke mezin e

7 demjimêr berê
Nîşan FIFA Zaxo Alîgir Yekem Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber wergirtina xelatê FIFAyê alîgirên tîma Zaxoyê pîroz kirin û got, “Xelata Zaxoyê serkeftineke mezin e.”

Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) ji ber piştgiriya wan a ji bo zarokên ku bi penceşêrê ketine alîgirên tîma Zaxoyê hêjayî Xelata "Alîgirê Herî Baş" a sala 2025an dîtin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî ragihandina encaman peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, “Ez bi boneya bidestxistina xelata FIFAyê pîrozbahiyeke germ li alîgirên dilsoz ên Zaxoyê dikim.

Ev ji bo werziş û alîgiran li seranserê Kurdistan û Îraqê serkeftineke mezin e."

Alîgirên tîma Zaxoyê, di maça Lîga Stêrkan a Îraqê ya li hemberî El Hudûdê de ku 13ê Gulana 2025an hatibû lîstin, bi hezaran pêlîstok avêtibûn qadê û bi vê çalakiya xwe bala hemû cîhanê kişandibû.

Alîgirên tîma Zaxoyê di dengdanê de ketin pêşiya hevrikên xwe yên Arjantîn û Spanyayê bûn alîgirên yekemîn ên Rojhilata Navîn ku vê xelatê werdigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst