Serokê PWKyê: Xelata Zaxoyê berhema hişmendiya neteweyî ye

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan FIFA Zaxo Yekem Mustafa Ozçelîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk ragihand ku wergirtina xelata FIFAyê ya alîgirên Zaxoyê berhema hişmendiya neteweyî ye.

Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) ji ber piştgiriya wan a ji bo zarokên ku bi penceşêrê ketine alîgirên tîma Zaxoyê hêjayî Xelata "Alîgirê Herî Baş" a sala 2025an dîtin.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk ev serkeftin bi peyamekê li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû Kurdên cîhanê pîroz kir.

"Hemû Kurdan piştgirî da"

Mustafa Ozçelîk di peyama xwe de diyar kir ku li çar parçeyên Kurdistanê û li her aliyê cîhanê, Kurdan li ser platformên dîjîtal piştgiriyeke xurt dan aligîrên Zaxoyê û wiha pê de çû:

"Ji bo alîgirên tîma Zaxoyê bibin yekem û xelatê wergirin, li her çar parçeyên Kurdistanê û li her aliyê cîhanê, hemû Kurdan li ser platforma dîjîtal, piştgirî kir.

Di encamê de alîgirên tîma Zaxoyê hêjayî xelata 'Alîgirên Herî Baş' a sala 2025an hatin dîtin."

"Berhema hişmendiya neteweyî ye"

Serokê Giştî yê PWKyê bal kişand ser wê yekê ku ev xelat encama yekîtiya Kurdan e û got:

"Ev serkeftin; encam û berhema bîr û bawerî, hest, yekgirtin û hişmendiya neteweyî ya hemû Kurdên cîhanê ye.

Ji ber vê serkeftinê em alîgirên tîma Zaxoyê û hemû Kurdên cîhanê pîroz dikin."

Alîgirên tîma Zaxoyê, di maça Lîga Stêrkan a Îraqê ya li hemberî El Hudûdê de ku 13ê Gulana 2025an hatibû lîstin, bi hezaran pêlîstok avêtibûn qadê û bi vê çalakiya xwe bala hemû cîhanê kişandibû.

Alîgirên tîma Zaxoyê di dengdanê de ketin pêşiya hevrikên xwe yên Arjantîn û Spanyayê bûn alîgirên yekemîn ên Rojhilata Navîn ku vê xelatê werdigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst