Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partî yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî, li Parlamentoya Tirkiyeyê "Şertê Xweseriya Birêvebiriyên Herêmî yê Ewropayê" anî rojevê.
Tîryakî bi bîr anî ku Tirkiyeyê ev şert îmze kiriye lê hema bêje xwe nade ber hemû madeyên krîtîk û bang kir, "Di bernameya partiyê ya AK Partiyê de tê gotin ku dê mafê birêvebiriya herêmî li destûrê were zêdekirin. Pêbendî bernameya xwe bin, jê nerevin."
Mehmet Ruştu Tîryakî di hevdîtinên budçeya Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê de axivî û destpêkê silav li girtiyên siyasî û siyasetmedarên li sirgûnê kir.
Tîryakî bal kişand ser gelek pirsgirêkên wekî polîtîkayên çandiniyê û îhmalkariyên erdhejê, lê rojeva xwe ya sereke li ser "bihêzkirina demokrasiya herêmî" û "xweseriyê" ava kir.
"Tirkiyeyê şert îmze kir lê hemû made asteng kirin"
Tîryakî diyar kir ku hemû 47 welatên endamên Konseya Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê Şertê Xweseriya Birêvebiriyên Herêmî ya Ewropayê îmze kirine û helwesta Tirkiyeyê rexne kir.
Tîryakî got, "Tirkiyeyê ev şert îmze kir lê xwe neda ber madeyên herî girîng ên wekî; xweseriya herêmî (Madeya 4), teşkilatbûna îdarî (Madeya 6), bikaranîna berpirsyariyên herêmî (Madeya 7), kontrola îdarî (Madeya 8) û pirrengiya çavkaniyên darayî (Madeya 9).
Heta hevkariya navneteweyî û mafê serlêdana darazê jî hatin astengkirin.
Em wekî DEM Partiyê dibêjin, ji bo bihêzbûna demokrasiya herêmî divê ev astengî demildest bên rakirin."
"Di bernameya AK Partî û CHPyê de 'xweserî' heye"
Tîryakî da zanîn ku wî bernameyên partiyên siyasî bi hûrgilî lêkolîn kirine û wiha berdewam kir:
"Di bin sernavê 'Birêvebiriya Giştî' ya bernameya AK Partiyê de, soza lihevhatina tam a teorîk bi Şertê Xweseriya Birêvebiriyên Herêmî ya Ewropayê re heye.
Di bernameyê de bi zelalî tê gotin, 'Dê mafê birêvebiriya herêmî li sîstema me ya destûrî were zêdekirin.'
Her wiha di bernameya CHPyê de jî hedef ew e ku dev ji têgihiştina navendîbûna zêde were berdan û birêvebiriyên herêmî bên bihêzkirin.
ÎYÎ Partî, DEVA û Partiya Pêşerojê jî reformên bi vî rengî soz didin. Yanî hemû partî li ser kaxezê hevfikir in lê di pratîkê de berevajî wê tê kirin."
"Em bibêjin rejîma wesayetê ev pesn e"
Tîryakî ragihand ku kiryarên hikûmetê berevajî sozên di bernameya partiyê de birêvebiriyên herêmî felc kirine û danîna qeyûman û "tedbîrên teserûfê" rexne kirin.
Tîryakî diyar kir ku dûrxistina şaredarên hilbijartî û danîna qeyûman bi awayekî fîlî betalkirina meclisan e û got:
"Bi Biryarnameya Serokkomariyê ya ku 45 roj piştî hilbijartinê hat derxistin, şaredarî nikarin kar bikin.
Çêkirina avahiya xizmetê, kirêkirina wesayîtan, heta kirîna rojname û malzemeyên qirtasiyeyê jî ji bo 3 salan hat qedexekirin.
Eger em ji vê sîstemê re bibêjin 'rejîma wesayetê', em dê pesnê Partiya Dad û Bipêşketinê bidin."
"Em krediyê peyda dikin, li dîwarê Enqereyê diqelibin"
Di beşa dawî ya axaftina xwe de Tîryakî behsa astengiyên burokratîk ên li pêşiya şaredariyên DEM Partiyê kir û mînakên şênber dan.
Wî diyar kir ku tevî krîza aborî şaredarî ji derveyî welêt bi şertên guncaw krediyê peyda dikin lê wezaret erê nakin.
Tîryakî axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Şaredariyên me ji çar aliyên cîhanê krediyên wekî hîbeyan peyda dikin. Ji bo em sîstema rêhesinê bînin Amedê projeya me amade ye, fînansmana me amade ye.
Me ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya Misircê çavkanî dît. Lê bêyî erêkirina Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê, Banka Bajaran yan Serokatiya Stratejiyê ya Serokkomariyê em nikarin bizmaran jî li dîwêr bixin.
Projeyên me li korîdorên wezaretan tên rawestandin. Şaredariyên me dixwazin ji bo hilberîna kevirên parkeyê tesîsan ava bikin, destûrê nadin wê jî.
Em dixwazin pirsgirêkên gelê xwe çareser bikin, dîwarên li pêşiya me rakin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse