Çekdaran 50 tenekeyên zeytê ji pîrejineke Efrînî standin

17-01-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Efrîn Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 50 tenekeyên zeytê ji pîrejineke Kurd li Efrînê distînin, herwiha 5 traktorên heman malbatê jî dizîne.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn, Ibrahîm Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “çekdarên grûpa bi navê Emşat a ser bi Tirkiyê ve li Efrînê 50 tenekeyên zeyta zeytûnan ji pîrejineke Kurd standine.”

Ibrahîm Şêxo herwiha diyar kir, navê wê pîrejina 80 salî Emîne Hacî Fayiq  ji gundê Xelîlî Kolko yê ser bi nahiyeya Şiyê ve ye û nexweşa felcê ye.

Şêxo got, wê pîrejina Kurd dikarîbû 17 teneke ji zeyta xwe li cem çekdaran vegerîne.

Li gorî zanyariyên ku Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn dane Rûdawê, “çekdarê bi navê Nîdal Biyanûnî yê ser bi grûpa çekdar a bi navê Emşat ligel hejmarek ji çekdarên din, tenekeyên zeytê yên mayî birine.”

Li gor heman zanyariyan, çekdarên ser bi Tirkiyê ve 5 traktorên heman malbatê di dema 5 şevan de dizîne, ku traktorên zarokên pîrejina Kurd Emîne Hacî Fayiq bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst