Li Efrînê grûpên çekdar hejmarek welatiyên Kurd girtine

24-07-2023
Hisên Omer
Nîşan Efrîn Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê, çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê hejmarek welatiyên Kurd girtine û ji bo azadkirina wan daxwaza pere ji malbatên wan kirine.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku roja Yekşemê 16ê Tîrmehê, polîsên serbazî her yek ji Hebeş Elo yê 52 salî, Îsmaîl Elo yê 49 salî û Ebdo Sîdo ji gundê Badîna girtine û li hember 200 dolar ji bo her kesekî azad kirine.

Li gor heman rêxistinê, roja Duşemê 10ê Tîrmehê jî, polîsên sivîl her yek ji Behrî Bîlal ê 75 salî, û Cemîl Ebdo yê 55 salî yên ji gundê Dumilya girtine û li hember 200 dolar ji bo her kesekî azad kirine.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst