Hewlêr (Rûdaw) - Mezlûm Ebdî got, “Hevdîtina me li gel serok Mesûd Berzanî cihê kêfxweşiyê bû.”
Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî doh li Hewlêrê civiyan.
"Divê helwesta Kurdan li Sûrîyeyê yek be"
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê got:
“Hevdîtina me li gel serok Mesûd Berzanî cihê kêfxweşiyê bû.
Me pêvajoya guhertinê ya ku Sûrîye tê re derbas dibe nîqaş kir û bi hev re li ser wê yekê piştrast kir ku divê helwesta Kurdan li Sûrîyeyê yek be û divê dîyaloga li gel Şamê bi awayekî aştîyane mafê gelê Kurd biparêze.
Her wiha me tekez kir ku giringîya yekîtîya Kurdî û aramîya herêmê bi giştî berpirsîyarîya me hemûyan e û em ê bi hev re alîkar bin.”
Hevdîtina me li gel serok Mesûd Berzanî cihê kêfxweşiyê bû.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) January 17, 2025
Me pêvajoya guhertinê ya ku Sûrîye tê re derbas dibe nîqaş kir û bi hev re li ser wê yekê piştrast kir ku divê helwesta kurdan li Sûrîyeyê yek be û divê dîyaloga li gel Şamê bi awayekî aştîyane mafê gelê kurd biparêze.… pic.twitter.com/V0lhjuZnVz
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse