Li Hatayê hê jî bi hezaran kes bê cih û war in

17-02-2023
Zînê Cahîde Akgul
Wêne: Bilind Tahir/Rûdaw
Wêne: Bilind Tahir/Rûdaw
Nîşan Erdhej Hatay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ligel derbasbûna nêzîka 2 hefteyan bi ser Erdheja Mereşê lê hê jî bi hezaran kes bê cih û war in.

Li navçeya Samandagê ser bi parêzgeha Hatayê nêzîka 2 hezar kes di malên plastîkî yên çandina bacanê sor de dijîn ku malên wan wêran bûne.

Hejmara wan zêde ye û ji bo bikaribin jiyana xwe ya rojane berdewam bikin rûbirûyê gelek zehmetiyan dibin.

Suzan Sagaltici got “Gelek zehmete li vê derê jiyan. Em bi cilên xwe yên qirêj dimînin. Em nikarin paqijiya xwe bikin. Tiwalet nîne û şert guncav nînin bo tendirûstiyê. Em vê sermê li derve ne. Lê ji neçariyê ye.”

Li navçeyê rûxandina malên ku zerareke zêde li wan bûye berdewam e.

Herçiqasî metirsî li ser wan hebe jî welatî di her derfeteke biçûk de hewl didin ku kelûpelên xwe yên nav malê derxînin da ku bikaribin bikarbînin.

Ozkan Sagaltici dibêje “Piştî erdhejê mala me rûxiya û çadirek me jî nebû. Ji neçarî me hatin vê derê. Niha em li cihekî nêzîka 60 kesî dimînin.”

Li gor amarên fermî di Erdheja 6ê Sibata îsal de li parêzgeha Hatayê zêdeyî 15 hezar avahî hene ku zerareke zêde li wan bûye û divê bên rûxandin. Lê heta niha jî pirsgirêka cîbicîkirina welatiyan berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst