Mesrûr Barzanî spasiya Balyozê Amerîkayê kir

17-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tuller re hevdîtin pêk anî.

Li gor daxuyaniya ofîsa serokwezîrtiyê, Mesrûr Barzanî roja 16ê Gulana 2022 pêşwazî li Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller kir ku bi boneya bidawîhatina erkê xwe û xwetirxwestinê serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Hatiye ragihandin ku di hevdîtinê de Konsulê Amerîkayê yê li Hewlêrê Robert Palladino jî amade bûye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de ji ber hewlên wî yên ji bo pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê spasiya Balyoz Matthew Tuller kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwast.

Di hevdîtinê guhartin û pêşhatên herî dawî yên li Iraqê û pêşvebirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bi taybet di warê bazirganî û hilberînê de, hatin gotûbêjkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst